Ji Kongreya DFG’ê: Em ê ji bo avakirina civaka demokratîk bixebitin 2025-06-22 17:32:48   AMED- Rojnameger Dîcle Muftuoglu ku di 3’emîn Kongreya Asayî ya DFG’ê de axivî wiha got: “Em wek Çapemeniya Azad bi dirûşmeya ‘çapemeniya azad, civaka demokratîk’ derdikevin rê. Ji vir şûnde em ê ji bo avakirina civaka demokratîk bixebitin.”   Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat(DFG) 3’emîn Kongreya xwe pêk anîn. Kongre li Çand Amed ya Sûr a Amedê pêk hat. Ji b kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat giritn û piştre sînevîzyonek hat nîşandan. Tevgera Jinên Azd (TJA),  Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Herêmên Başurê Rojhilat(GABB) Sîraç Çelîk, hevşaredarên navçeyan, Dem partî û rêxistinên civaka sivîl (STO) tevli kongreyê bûn.   Li salonê pankarta ‘çapemeniya azad, civaka demokratîk’ hat vekirin û wêneyên kedkarên çapemeniyê yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Musa Anter, Gurbetellî Ersoz, Gulîstan Tara, Hêro Bahadî, Hafiz Akdemîr, Cengîz Altun, Denîz Polat, Nagîhan Akarsel, Egîd Roj, Hrant Dînk, MetÎn Goktepe û Nûjiyan Erhan li salonê hatin bicihkirin.   ‘Em ê têkoşîna wan ha heqîqetê bidomînin’   Hevseroka Giştî ya berê ya DFG’ê Dîcle Muftuoglu da zanîn ku ev 30 sal zêdetire vê têkoşînê  dimeşînin û wiha got: “DFG komeleya ku ji 2019’an heta niha di qada azadiya çapemenî û fikr û ramanê de têkoşînê dimeşîne ye. Ev 30 sale em vê têkoşînê dimeşînin. Rastiya gelekî ku sed sal berê bi qirkirinan re hatiye rû hev hebû. Me têkoşîna wan bi cîhanê da bihistin. Me her tim hewl da ku em hêjayê vê bin. Em bi dirûşmeya ‘çapemeniy azad civaka demokratîk’ derdikevin rê.  Em ê ji vir şûnde jî ji bo avakirina civaka demokratîk bixebitin. Hevpîşeyên me li kolanan  hatin qetilirin. Hewl dan heqîqetê bêdeng bikin. Hîna jî rojnamegerên girtî hene. Hevalên me yên bi SÎHA’yan hatin qetilkirin hene. Cîhan Bîlîng, Nazim Daştan… Em ê têkoşîna wan ya heqîqetê bidomînin. Em li vir carek dinsoza vê didin.”   ‘Bêyî çapemeniya azad pêşiya me venabe’   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî axivî û balkişand ser girîngiya rola çapemeniya azad. Dogan Hatun wiha vegot: “Di pêvajoyên wisa de  berpirsyariyek mezin dikeve ser milê çapemeniya azad. Em şahidê keda we ne. Lê pêvajoyên wisa de divê hîn bêtir ked bê dayîn. Em wek DBB vê dizanin ku bêyî çapemeniya azad pêşiya me venabe.”   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û got: “Em di pêvajoyeke nû ya ku Abdullah Ocalan pêşengiya wê dikin de derbas dibin. Ev ne tenê destkeftiyan, xwedîderketina civakî jî îfade dike. Em dizanin ku wê bi pênûs û kadraja çapemeniya azad ev pêvajo civakî bibe.”   Ji bo hevserokatiya komeleyê Kesîra Onel û Selman Çîçek hatin hilbijartin.