Kongra Star Zîlan bi bîr anî 2025-06-28 15:50:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star got, “Zîlan bi rêya şervaniya xwe, bi bicihanîna erkê xwe yê li hember gelê xwe û bi hewldana avakirina civatek demokratîk, exlaqî, siyasî û ekolojîk azad, jiyan ji nû ve pênase kir.”   Têkoşer Zîlan (Zeyenb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an li dijî hewldana qetilkirina Rêber Apo ku di 6’ê Gulana heman salê de li Şamê hatibû kirin, çalakiyek fedaî li Dersimê li hemberî leşkerên artêşa dewleta Tirk li dar xist.   Bi boneya salvegera 29’an a şehadeta Zîlan Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di destpêka daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Zîlan de tevahiya şehîdên meha Hezîranê, her wiha şehîd Sema Yuce, Viyan, Rehşan û Alefteriya hatin bibîranîn. Hate gotin ku van şehîdan ji bedena xwe pira ber bi azadiyê ve afirand.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bû semboleke nemir û felsefeya têkoşîna jina azad a şerker, ronakbîr û siyasetemendar a xwedî girêdaneke kûr bi doza gelê xwe ve nîşan da.   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin " Rêber Abdullah Ocalan şehîd Zîlan weke manîfestoya azadiya jinê ya sedsala 21’ê pênse kiriye û gotiye, hevala Zîlan fermandara min e, ez jî şervanek di refa wê de me. Rêber Abdullah Ocalan di Zîlan de modelek jina Kurd a welatparêz a ku bi kûrahî di rêbaza sosyalîst de asê maye jî dît. Her wiha wê weke qiralîçeya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û nimûneya jina azad û wêrek bi nav kiriye.   Zîlan bi rêya şervaniya xwe, bi bicihanîna erkê xwe yê li hember gelê xwe û bi hewldana avakirina civatek demokratîk, exlaqî, siyasî û ekolojîk azad, jiyan ji nû ve pênase kir. Çalakiya wê ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê mîladeke nû ya û destpêka asoyek nû ya artêşbûna jinan e. Zîlan qeydên hatine ferzkirin şikand û bi bedena xwe rêya aştî û rizgariyê ji koletiyê pêşkêş kir."   Şehîd Sema Yuca jî di nav de gelek şehîdan dane ser şopa şehîd Zîlan. Em soza xwe bi hevala Zîlan û Rêber Apo re nû dikin ku em ê rêya têkoşînê dewam bikin ta armancên şehîdan pêk bînin, bighêjin azadiya jinan, demokrasî û aştiya rasteqîn a li gorî îdeolojiya manîfestoya civaka demokratîk."   Di daxuyaniyê de beşek ji nameya şehîd Zîlan a ji Rêber Apo re jî hate weşandin.