Meral Daniş Beştaş: Em hewl didin pêşdarazan bişkînin 2025-07-04 09:04:30   Melîke Aydin   ÎZMÎR-Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ew girîng û wateya banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re vedibêjin û hewl didin pêşdarazan bişkînin. Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku ew jiyaneke wekhev nîqaş dikin.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di çarçoveya ‘hevdîtinên aştî û civaka demokratîk’ de hevdîtinên bi bawerî û aliyên cuda re didomînin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş ya di hevdîtinan de cih digire da zanîn ku ew girîng û wateyata banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re vedibêjin û hewl didin pêşdarazan bişkînin. Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku ew jiyaneke wekhev nîqaş dikin.   Der barê şikandina pêşdarazan de xebat   Meral Daniş Beştaş daxuyakirin ku pirsgirêka Kurda xwedî piştperdeyeke ji polîtîkayên înkarê ya 100 salî pêk tê ye û got desthilatdarî biguherin jî nêzîkatiya li hember gelê Kurd neguheriye. Meral Daniş Beştaş wiha dirêjî dayê: “Ji bo em girîngiya çareseriyê vebêjin em dixebitin. Em li her derê vê dibînin. Gel li gorî kanal û partiyan nêrîna wan teşe dibe. Ji hinek mijaran tu agahiya wan tuneye. Ji bo em pêşdarazan bişkînin em dixebitin.”   ‘Em hewl didin çareseriyê biafirînin’   Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku ew banga 27’ê Sibatê vedibêjin û got li Îzmîrê bi gelê Roman re hatine gel hev. Meral Daniş Beştaş ev tişt anî ziman: “Aliyên herî zêde cuda tên dîtin Romanin. Tevî welatiyên Tirkiyeyê ne ji tu mafî fêdeyê nagirin. Li Egeyê bi sedhezaran Kurd dijîn. Em sedema hatina wan ya vir, çareseriya vê pirsgirêkê wê çi bîne nîqaş dikin. Em tenê vê venabêjin. Em pirsên wan jî igirin. Em bersivên hevpar dibînin.  Ya me kêfxweş dike niha diyalogek heye. bêguman aliyên cuda hene. Em bi hesta edaletê vê ji wan re vedibêjin."   ‘Nêzî 2 hezar xebat wê pêk bên’   Meral Daniş Beştaş anî ziman ku yek bi yek xwegîhandina kesan zehmet be jî  li ser çapemeniyên civakî der barê çareseriyê de xebatan dimeşînin û wiha berdewam kir: “Em ê nêzî 2hezar xebatên ku DEM Partî jî têde ne pêk bînin. Ji ber pêvajoyên berê reşwa bêhêvitiyê heye. Ji ber vê jî pirsên tên pirsî hene.Dema mijar tê vegotin fêm dikin û îqna dibin. Divê em sedemên ku PKK derxistine holê ji holê rabikin. Ev jî bi gelên Tirkiyeyê re divê bê kirin. Gel di vê mijarê de bi fikare. Daxuyanî û nêzîkatiyên desthilatdariyê baweriyê nade gel. Sedema vê jî pêkanînên dewletê ne.”   ‘Piştgiriya civakê ya ji bo avakirina civaka demokratîk’   Meral Daniş Beştaş di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Gelek pirsgirêkên bên çareserkirin hene.Gava ewil ev e ku divê civak di vê mijarê de bê ronîkirin, pirs bên ronîkirin û bi hev re çareserî bê afirandin. Divê gel xwe rêxistin bike. Ji bo vê divê civak rolê bilîze. Em bi perspektîfeke ku divê civak di vê mijarê de bibe hêza çareseriyê tevdigerin. Ji bo avakirina civaka demokratîk piştgiriya civakê divê hebe. Wê ev pêvajo bi serkeftinê encam bibe. Em bi vê bawerî û hêviyê dixebitin.”