ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-05 09:00:00     *Dayika Aştiyê Guler Coşkun ku di dema şer de zarokekî xwe jiyana xwe ji dest da, tekez kir ku divê di zûtirîn demê de gav werin avêtin da ku aştî misoger bibe û got, "Destê aştiyê yê ku Birêz Abdullah Öcalan dirêj kiriye divê li valahiyê nemîne." DÎMEN HEYE   *Jinên ku beşdarî festîvala jinan a li Gimgimê bûn, tekez kirin ku divê jin li dijî şîdet û binpêkirina mafan bi hev re xwe birêxistin bikin û peyama "Rizgariya jinan bi veguherîna takekesî mimkun e" dan. DÎMEN HEYE   *Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di Cotmeha 1999'an de komek ji 8 endamên PKK'ê wek "jestek niyeta baş" çekên xwe danîn û hatin Tirkiyeyê. Koma ku hat Şirnexê, tevî ku banga xwe ya aştiyê dubare kir jî, roja din hatin girtin. Li şûna ku dewlet pêvajoyê wek firsendek bikar bîne, koma ku Abdullah Ocalan şandibû bi îstismarkirina pêvajoyê xistin girtîgehê.    *Di komxebata ku dê sibê ji aliyê Meclîsên Ciwanan ên DEM Partî û DBP ve li Amed were lidarxistin de, ciwan dê li ser mijarên wekî ekolojî, bîrdoziya jinan û konfederalîzma demokratîk nîqaş bikin. BI DÎMEN