Pêvajo li ku derê ye: Bila demildest gavê bavêjin! 2025-07-07 09:03:17 Gulistan Gulmuş   AMED - Jinan diyar kir ku ji bo aştî pêk bê divê dewlet gavê bavêje û gotin pêvajoya aştiyê de em dixwazin malbatên Tirk re dest bidin hev. Jinan gotin: “Bila malbatên Tirk destê me bigirin. Wek wan zarokên me jî şehîd ketin. Me jî gav avêt bila ew jî bavêjin.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û PKK’ê di kongreya 12’emîn de biryara feshkirinê da. Lê dewletê hîna ji bo aştiyê gavek şênber navêtiye.   Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kiriye (MEBYA-DER) kongreya xwe pêk anî. Jinên tevli kongreyê bûn der barê pêvajoyê de axivîn.   ‘Gerîla hîna tên bombebarankirin’   Dayika girtî Gulîstan Al, Emîne Al da zanîn ku tevî biryara feshkirina PKK’ê êrîş didomin û got divê ji bo aştiyê gav bê avêtin. Emîne Al wiha got: “Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Kurê min li Cizîrê şehîd ket. Keç amin li wir birîndar bû. Tevî vê ez aştiyê dixwazim. Em jî ewk zarokên xwe aştiyê dixwazin. Tevî agirbestê Gerîla hîna tên bombebarankirin.”   ‘Bila ew jî destê me bigirin’   Azîze Yilmaz jî ku zarokê xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye wiha vegot: “Em Tirk û Kurd xwişk û birane. Bila ev şer raweste.Bila dayikên leşker û gerîlayan dest bidin hev. Bila vî şerî dawî bikin. Em dixwazin ev şer bidawî be. Bila zarokên me winda nebin.”   ‘Ji bo aştiyê bila lihev bikin’   Hanîse Akinboga balkişand ser girîngiya aştiyê û wiha vegot: “Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Bila dayik negirîn.Bila gav bê avêtin. Me gav avêt bila ew jî bavêjin.”   ‘Bila gavê bavêjin’   Aysel Orucu balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ û got: “Bila gav bên avêtin. Em dayik aştiyê dixwazin. Daxwaza me eve ku em dayikên leşker û polîsan dest bidinhev û bi hev re aştiyê bînin. Bila êdî êş neyê kişandin.”   Nazli Çokdalan jî destnîşan kir ku divê dewlet gavê bavêje û daxuyakirin ku wek gel berpirsyariya wan heye. Nazli Çokdalan daxuyakirin ku wan heta niha bedelên mezin dane û  got ew êdî aştiyê dixwazin.