Şandeya Îmraliyê wê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike 2025-07-14 18:11:17   ENQERE- Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di nava hefteyê de bi Ozgur Ozel, Devlet Bahçelî û Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike. Her wiha dê roja çarşemê saet di 11.00'an de jî bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di nava vê hefteyê de dest bi serdanên partiyên siyasî bike. Endamên şandeyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di nava hefteyê de biçin serdana CHP, MHP û Partiya Gelecekê. Şande dê di 16ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de, di 17ê Tîrmehê de bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtine bike. Li aliyê din dê roja çarmeyê (16'ê Tîrmehê) saet di 11.00'an de bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.