Ji bo komên netewî yên li Sûriyeyê dijîn banga parastina cewherî 2025-07-19 09:04:42   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Hevserokatiya Komeleya çanda Newroz a Lubnanê Henan Osman der barê êrîşên HTŞ’ê yên li hember Durziyên li Siwêdayê ya Sûriyeyê dijîn nirxandin kir û  got: “Em bang li Durzî, Xiristiyan, Kurd, Elewî û Suniyandikin ku bibin yek û xwe biparêzin. Di vî alî de em dixwazin ku civaka navneteweyî rabin ser piyan.”   Piştî hilweşîna rejîma Baasê, Heyetî Tahrîr El Şam (HTŞ) hikûmeta Şamê girt û piştî hat, nasnameyên cuda hedef girt. Mehên borî de li Tartus, Hama, Humus û Lazkiyê komkujiya Elewiya pêk anî û çend rojên dawî de jî li hember gelê Durzî ya li Siwêdayê komkujiyan pêk tîne. Cigira Hevserokatiya Komeleya çanda Newroz a Lubnanê Henan Osman der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Li ser navê olê sivîl tên terorîzekirin’   Henan Osman daxuyakirin ku ketina rejîma Baasê, piştî vê piştgiriya ku hêzên emperyal da HTŞ’ê ne piştgiriyek hêsan e û got: “Ev di çarçoveya mutabakatên herêmî û navneteweyî de hatine kirin.Tevî HTŞ wek rêxistina terorê tê binavkirin jî hêzên navneteweyî vê rastiyê nabînin û ji bo hêza Îranê ya li Sûriyeyê kêm bikin vê wek alava hêzê bi kar tîne.”   Mijara Elewî-Durzî   Henan Osman wiha dirêjî dayê: “Ji bo komkujiyên li dijî Durziyan bê fêmkirin divê em bi giştî binêrin. Navbera nûnerên hikûmeta Şamê û Israîlê de li Azerbaycanê hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de aliyê Sûriyeyê ji bo welatên Rojava bi aşkera, pêşniyar kir ku mijara normalkirina têkiliyên bi Israîlê re li hev bikin. Ev peyman di mijara komên kêmar ên li Sûriyeyê de peymana ku tawîz neyê dayînê bû. Çawa ku vê nêzîkatiyê Elewî bi tenê hiştin îro jî Durzî tenê hatin hiştin. Gotinên nûnerê Sûriyeyê yê DYA’yê Tom Barrack yekparêz bûn.”   Parçebûna navneteweyî   Henan Osman der barê komkujiya hatiye jiyîn de bêdengiya navneteweyî rexne kir û got teşeyê rêveberî û pêşeroja Sûriyeyê bê fêmkirin, divê em di vir de behsa parçebûna navneteweyî bikin.  Henan Osman bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku rêxistinên demokratîk û hêzên li Sûriyeyê bikin mijara bazarê û got: “Wek me di mînaka Kurd û Elewiyan de dît, em şahidiya bêdengiya li hember sûcên li dijî Durziyan jî dikin. Partiyên Durzî yên li Lubnanê jî li hember komkuıjiyan deng bilind nakin. Ez wek jinek Kurd û endama rêxistina Newroz, dibêjim ku em li dijî projeyên siyasî yên li alî mirinê ne.”   Henan Osman li dijî êrîşan, banga parastinê kir û got:  ““Em bang li Durzî, Xiristiyan, Kurd, Elewî û Suniyan dikin ku bibin yek û xwe biparêzin. Di vî alî de em dixwazin ku civaka navneteweyî  rabin ser piyan.”