Amedî ji bo destpêka nû bi hêvî ne 2025-07-21 09:03:09       Gulistan Gulmuş-Pelşîn Çetînkaya   AMED- Jinên Amedê der barê merasîma şewitandina çekan a  li Silêmaniyê pêk hat axivîn û diyar kirin ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk gavek dîrokî avêtiye û ew tevî her tiştî aştiyê diwazin. Her wiha diyar kirin ku divê dewlet jî gavê bavêje.   Koma Aştî û Civaka Demokratîk  ku ji 30 kesî pêk dihat û nav de Hevseroka Konseya Rêveberinê ya KCK'ê Besê Hozat jî heye, çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 9’ê Tîrmehê de kir, 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê bi merasîmekê çek şewitandin. Li Amedê jî gel ji bo merasîmê temaşe bike li nokteyên cuda yên bajar hatin gel hev. Gel bi kelecan merasîm temaşe kirin. Dayikên merasîm temaşe kirin bi baldarî temaşe kirin.   Dayikan der barê merasîmê de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Bila xeyalên şehîdên me pêk bên’   Dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş da zanîn ku ew hem kêfxweş hem xemgîn in û wiha anîn ziman: “Dewlet me bixapîne em ê pir xemgîn bibin. Em hemû îhtîmalan difikirin. Em naxwazin xwîn birije. Bila kes nemire. Em kêfxweş in lê divê dewlet jî gavê bavêje. PKK’ê çek şewitandin. Em pir hestiyar bûn. Gavek baş avêtin. Hêviya me ev e ku he rtişt baş bibe. Dema me dengê serokatiyê bihîst em pir kêfxweş bûn. Çend rojan em ji ber televîzyonê ranedibûn.”   ‘Hêviya me ev e ku wê tiştê baş bibin’   Makbûle Açikgoz der barê merasîmê de hestên xwe parve kir û ev tişt gotin: “Baweriya me bi dewletê tuneye. PKK’ê çek şewitandin. Niha dor ya wan e. Em amade ne. Em ji bo her tiştî amade ne. Em bawer dikin wê tiştên baş bibin. Bila êdî kes nemire û dayik negirîn.”   ‘Aştî bi hatina gel hev a du aliyan pêkan e’   Sahîle Gulten a zarokê xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye wiha vegot: “Yên jiyana xwe ji dest dan min dixwest ku vê rojê bibînin. PKK’ê çek şewitandin lê em çawa bi dewletê bawer bikin. Wê çi bikin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Bila her kes vegerin malên xwe bila şer raweste. Bila dayik negirîn. Divê dewlet gavê bavêje û em jî bi dewletê bawer bikin.”   ‘Tevî her tiştî em aştiyê dixwazin’   Endama Komîteya MEDYA-DER'ê Sevîm Yildirim jî der barê mijarê de axivî û balkişand ser gavên ku hatine avêtin. Sevîm Yildirim wiha vegot: “Divê dewlet gavê bavêje. Dema gotin wê merasîm pêk bê em pir hestiyar bûn. Gavê cidî hatin avêtin. Em pir hestiyar bûn. Tevî her tiştî me aştî xwest. Em aştiyê dixwazin.”