Adalet Kaya: Di qetilkirinên jinan de hemû sazî dibin gumanbar 2025-07-30 09:03:37   Melek Avci   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, der barê qetilkirinên jinan de axivî û got: “Em dibînin ku hemû sazî dibin gumanbar. Hemû sûcdar in. Hemû hevkarên vê cînayetê ne. Divê ev êdî bê dîtin. Ev mijara zîhniyetê ye.  Divê ev zîhniyet biguhere.”   Jin yek bi yek tên qetilkirin û rapora pêşnûmeya Komîsyona Lêkolîna Der Barê Pêşîgirtina Wekhevî û Tundiya li Hember Jinan a Meclîsê ava kiriye, li şûna hêviyê, bêhêvitiyê diafirîne. Di raporê de li şûna gavên şênber ji bo elwehiya jinan bên avêtin, pêşniyarên ji çareseriyê dûr cih girtin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya der barê mijarê de axivî.   ‘Divê Peymana Stenbolê û 6284 pêk bê’   Adalet Kaya der barê komîsyona hatiye avakirin de û xebatên hatine meşandin de axivî. Adalet Kaya wiha got: “ Cînayeta bi xof a li Stenbolê ya li Sûran hat jiyîn û piştre li welat Înfal ava bû. Li hember desthilatdariyê bertek ava bû û hat gotin ku pêşî li cînayetên jinan nayê girtin. Ji bo vê li meclisê biryara avakirina komîsyonekê hat girtin. Bêguman avabûna mutabakatek hevpar girîng bû. Lê tevgera femînîst, tevgera jinên Kurd ewil bertek nîşan da. Çima nîşan da? Ji ber berê komîsyonên li meclîsê hatibûn avakirin hebûn, rapor hebûn û pêk nehatibûn. Me got ev li dijî çewisandina bertekan e. Di estpêkê de jî îtîraza rêxistinên jinan di vî alî de bû. Avakirina komîsyonê ne çareserî ye. Divê Peymana Stenbolê û 6284 bi bandor pêk bê. Divê tedbîrên li dijî pratîka bêcezahiştinê bên girtin.”   ‘Tundî ne tenê tundiya fîzîkî ye’   Adalet Kaya balkişand ser rapora pêşnûmeya ji komîsyonê derketiye û ev tişt bi lêv kir: “Em tevli civînan bûn. Me wezaret guhdar kirin. Wezareta dadê, karê hundir malbat û pewerdeyê hatin. Divê wezaretên malbat, edalet û karê hundir berî vê de plana lezgîn bike jiyanê. Lê bi pêşniyarên cuda hatin. Çibûn ev pêşniyar? Wezareta malbatê her tim pesnê modela xwe da. Wezareta dadê navbeynkarî pêşniyar kir. Ev nikare bê qebûlkirin. Tundî ne tenê tundiya fîzîkî ye. Em bêjin jinek tundiya psîkolojîk dibîne? Wê kî vê tespît bike? Em bêjin jinek her tim tê manîpulekirin, her tim di nav tirsê de dijî. Wê vê çawa ji navbeynkar re bêje. Em vê qebûl nakin.”   ‘Serokê komîsyonê derneket telefonên me’   Adalet Kaya di berdewamiyê de anî ziman ku di raporê de gelek mijar tune ne û dixwazin navbeynkariyê bînin û wiha got: “Ev pêvajo dij-demokratîk pêş ket. Teşeyê amadekirina raporê, ragihandina wê, bi lez bi encam kirin. Nêzîkatiya wan ‘me kir, me xwest em çareser bikin’ bû. Bêguman me rêxistinên jinan bi awayekî cidî îtîraz kir. Me şerha xwe nivîsî. Me ragihand. Me daxuyanî da. Lê serokê komîsyonê derneket telefonên me. Telefonên me venekir.”   ‘Tundiya li ser jinê pratîka desthilatdariyê ye’   Adalet Kaya balkişand ser sala malbatê jî û ev nirxandin kir: “Di raporê de pêşniyarên çareseriyê yên wek rehabîlîtasyonê tên pêşniyarkirin. Em vê bi israr dibêjin. Tundiya li ser jinê patolojiyek şexsî nîne. Ev bi giştî têkiliyek hêzê ye, pratîka desthilatdariyê ye. Desthilatdarî xwe xwediyê jinê dibîne û ji ber vê ev pêş dikevin. Mixabin nokteya îro em lê ne îlankirina sala malbatê ye. Erdogan ji bo sala malbatê dibêje ‘belê rêjeya welidînê ketiye. Ev ji bo me krîzek girîng e.’ Me ev mijar jî di komîsyonê de axivî. Bi rêbazên paşverû dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo vê divê şert û mercên jinan bên başkirin. Lê mixabin polîtîkayek îronîk û riyakar heye.”   ‘Divê zîhniyet biguhere’   Adalet Kaya her wiha li ser qetilkirina Ayşe Tokyaz  jî axivî û der barê mijarê de wiha anî ziman: “Mîmarê vê tabloya bi xof desthilatdarî ye. Polîtîkayên desthilatdariyê ne. Em dibînin ku hemû sazî dibin gumanbar. Hemû sûcdar in. Hemû hevkarên vê cînayetê ne. Divê ev êdî bê dîtin. Ev mijara zîhniyetê ye.  Divê ev zîhniyet biguhere. Ev pirsgirêkek hezar salî ye. Qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin. Ev girêdayê polîtîka dewletê ye. Ev ne mijarek patolojî ya şexsî ye, ne muferît e. Divê ev zîhniyet ev polîtîka biguherin.”