11 salên ji fermanê ber bi azadiyê ve (2) 2025-07-30 09:04:39     Bi şahidiya jinên Êzidî darizandinên li Almanyayê   Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî 11 sal di ser qirkirina Êzidiyan a li Şengalê di 2014’an de, hat jiyîn derbas bû. Lê Almanyayê bi şahidiya jinên Êzidî li seransrê cîhanê yekemîn car ji sûcê qirkirinê biryarên mahkûmiyetê da. Ev doz tenê dîroka edaletê ya berxwedan û hişê jinan bû jî.   Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê DAIŞ’ê li hember civaka Êzidî qirkirin pêk anî. Di ser qirkirinê de 11 sal derbas bû. Li gelek welatan bêcezahiştin didome û Almanyayê bi dozên li dadgehên netewî vekir piştgiriyek şênber da lêgerîna edaletê. Di 2023’yan de rûniştin hatin dîtin û jinên Êzidî şahidiya xwe anîn ziman. Li ser vê gelek endamên DAIŞ’e hatin mahkûmkirin. Meclîsa Federal a Almanyayê meha çileyê de çalakiyên DAIŞ’ê yên li hember Êzidiyan wek qirkirin nas kir. Bi vî awayî Almanya yekemîn welatên ku ev sûc nas kir û darizand bû.   Doza Nadîne K: Hêza şahidiya jinan   Nadîne K. ya welatiya Almanyayê bû di doza li Dadgeha Eyaleta Bilind a Kobleng hat dîtin de, ji ber jineke Êzidî li Iraq û Sûriyeyê 5 salan wek kole desteser kir, îşkence û destdirêjî lê kir, hat darizandin. Jina Êzidî ‘N’ 6 rojan îfade da dadgehê û tundiya fîzîkî û psîkolojîk vegot. Amal Clooney jî bi ekîba hiqûqê di dozê de ih girt û Nadîne K. ji ‘sûcê li dijî mirovahiyê’, ‘sûcên şer’, ‘hevkariya qirkirinê’ 9 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.   Doza Jennîfer W: Mirina zarok û koletî   Di doza li Dadgeha Bilind a Munîhê hat dîtin de welatiya Alman Jennîfer W. ji ber rola wê ya di mirina zarokê 5 salî û kolekirina dayika wê 10 sal ceza girt. Lê encama temyîzê de ceza derxistin14 salan. Dayika Êzidî 11 rojan îfade da. Hevjînê gumanbarê Taha A.J jî şahidî kir. Dadgehê diyar kir ku Jennîfer W ji polîtîka tunekirina civaka Êzidî re xizmet kiriye.   Ji sûcê qirkirinê mahkumiyeta ewil: Doza Taha A.J   Çeteyê berê yê DAIŞ’ê yê ji Iraqê Taha Al-Jumaîlly, ji ber di 2015’an de jinek Êzidî û zaroka wê ya 5 salî dîl girtibûn, ji aliyê Dadgeha Bilind a Frankfurtê ve cezayê muebetê girt. Gumanbar ji sûcên ‘qirkirin, sûcê li dijî mirovahiyê’ hat cezakirin.  Ev biryar yekemîn biryara ji ber qirkirina Êzidiyan li cîhanê hatibû dayînê bû.   Şahidiya jinên Êzidî   Di van dozên li Almanyayê de jinên Êzidî ne tenê wek şahid wek muştekî jî cih girtin. Bi saya vê mafê tevlibûnê de, jin di pêvajoyên darizandinê de bûn kirde.   Şahid ne tenê wek kes; hişê kolektîf jî temsîl kirin. Di doza Koblenz de N. Ya ku şahidî kir, bi cil û bergên xwe yên gelerîyên Êzidî yên spî tevli bû û got: “Ev doz ji bo hemû civaka Êzidî hat meşandin. Lê ger ku edalet pêk bê wê êşa me hinek sivik bike.”   Di dozên hatin meşandin de derxistin holê ku civaka Êzidî hedef hatiye girtin û li hember jin û zarokên keç tundiya zayendî wek alav hatiye bikaranîn, destdirêjî, koletî, bi zor olguhertin û ducanîhiştinê parçeyekî polîtîkaya DAIŞ’ê bûye.   Dadgeha Alman ev pêkanîn wek qirkirina xwe dispêre zayenda civakî nirxand. Dozên Jennîfer W û Sarah O, wek ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ hatin nirxandin.   Bandora li qada navneteweyî   Dozên ku Almanyayê vekirin, ji bo welatên din wek banga ‘li dijî bêcezahiştinê têkoşîn’ tê nirxandin. Amal Cloonney got ‘DAIŞ ne tenê li Almanyayê divê li hemû cîhanê bê darizandin.’ Nadîa Murad jî got ev darizandin lêgerîna edaletê ye û divê pêşerojê bigire bin parastinê.   UCM û Iraq çima bêdeng e?   Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) heta îro der barê qirkirina DAIŞ’ê de tu doz negirt roejva xwe. Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) dosya hewaleyê UCM’ê nekir. Hêzên mezin yên  BMGK jî  pêvajoyê asteng dikin.   Dadgeha Iraqê jî çeteyên DAIŞ’ê bi giştî di sûcên terorê de didarizîne. Sûcên ku DAIŞ dikin zêdetir nayên pênasekirin û darizandin.   Dengê şahidan   Di doza Jennîfer W ya li Munîhê hat dîtin de dayika Êzidî ya îfade da wiha got: “Keça min di hembêza min de mir. Min nikarîbû wê biparêzim. Lê êdî dengê wê ez im. Goreke keça min tuneye.   Şahid ‘N’ ya di doza Kolbenzê de axivî û got: “Ez bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli rûniştinê bûm. Ji ber ez hîna li vir im. Wan nikaribû nasnameya min tune bike.”   Şahid M. ya di doza Hamburgê de axivî: “Bêdengî windabûn e. Ez dibêjim ku bila zarokên din winda nebin. Her cara vedibêjim dubare dijîm. Lê neçar im vebêjim.”