Di Mihrîcana Mûnzûrê de peyama aştî û yekîtîyê 2025-07-30 09:38:56   Rojda Aydin    DÊRSIM - 23’yemin Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê veguherî kombûnekê ku daxwazên aştiyê li kêleka xwezayê deng vedan.  Jinan, wek kesên ku barê herî giran ê şer hildigirin, biryardariya xwe ya ji bo avakirina aştiyê li ser bingeha wekhevî, edalet û azadiyê tekez kirin.   Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal cara 23’yemîn li Dêrsimê hat lidarxistin, çar rojan çalakiyên çandî, konser, panel û meşên xwezayî hatin lidarxist. Lêbelê, mijara herî girîng ku mohra xwe li ser mihrîcanê hişt, tekezkirina li ser “aştî” bû. Beşdarvan, hunermend û nûnerên civakên sivîl daxwaza aştiyeke mayînde li welat û herêmê kirin. Di dema çalakiyan de, bal kişandin ser bandorên civakî û çandî yên şerê ku bi salan e didome. Beşdaran tekez kirin ku aştî ne tenê bêdengî ye, lê şêwazek jiyanê ye ku tê de edalet û wekhevî pêk tê. Hunermendên ku stranên xwe li ser dikê pêşkêş kirin, diyar kirin ku wan îsal berhemên xwe ji bo aştiyê terxan kirine û beşdariya bi coş bal kişand. Di axaftinan de ku hêza yekgirtî ya hunerê destnîşan kirin, hate gotin ku parastina çand û xwezayê jî beşek ji aştiya civakî ye.   Jinên beşdarî mihrîcanê bûn careke din peyama ku divê aştiya civakî pêk were dan.   ‘Jin bi hêza xwe dizanin’   Ozdan Gokçe ku ji Stenbolê beşdarî Mihrîcana Mûnzûrê bû, tekez kir ku mihrîcan ne tenê çalakiyek çandî ye, lê di heman demê de qadeke ku hişmendiya civakî lê tê bilindkirin e. Ozdan Gokçe, bal kişand ser têkoşîna jinan û got ku berxwedana ku jinan li dijî zilma ku bi taybetî di salên dawî de zede bûye re dide, bi hêvî ye. Ozdan Gokçe got, “Li Tirkiyeyê, bi taybetî di çend salên dawî de, jin di malan de hatine girtin û neçar man ku jiyaneke girêdayî bijîn. Lêbelê, pêşketinên dawî ji bo jinan nema karîbûn li hember vê rewşê bisekinin û neçar kirin ku derkevin kolanan” û destnîşan kir ku jin bi vê yekê re hebûna xwe û hêza xwe nas dikin.   ‘Şahbûna jinan hêviyê dide’   Ozdan Gokçe, wiha pê de çû: “Ez niha hêviya herî mezin ji bo Tirkiyeyê di şiyarbûna jinan de dibînim. Faktora herî girîng ku dê vê civakê biguherîne ev e ku jinek bêje ‘Ez jî li vir im.’ Bêyî jinan tiştek çênabe. Her çend em ji erdê û xwezayê re dibêjin ‘dayik’, em nikarin afirînerî û hêza jinan paşguh bikin.”   ‘Min qet hêviya xwe winda nekir’   Ozdan Gokçe diyar kir ku kuştina jinan û tundiya li dijî jinan hîn jî berdewam dike û ev rewş her ku diçe ji rêzê dibe û tekez kir ku ev pirsgirêk divê bi lezgînî were çareser kirin. Ozdan Gokçe, wiha axivî: “Jin li kolanan in, mafên xwe diparêzin û ji nasnameyên xwe haydar in, hêviyê dide me hemûyan. Me demên pir tarî derbas kirin, lê min qet hêviya xwe winda nekir. Rêya derketina ji van pirsgirêkan bi aştiyê ye.”   ‘Em aştiyê dixwazin’   Fatma Çerkes a ji Dêrsimê, bal kişand ser pirsgirêkên civakî û siyasî yên li Tirkiyeyê û xemgîniya xwe ya kûr ji ber êş û tundiya ku îro tê jiyîn anî ziman û got, “Birîna me pir kûr e.” Fatma Çerkes, li ser girtina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman wiha axivî: “Hevşaredarên me di girtîgehan de ne û li şûna wan qeyûm tên tayînkirin. Ev tê wateya vegera antî-emperyalîzmê ya li welatê me. Em aştiyê dixwazin. Bila dayik negirîn û hêsirên çavan nebarînin.”   ‘Em bibin yek dil’   Fatma Çerkes, diyar kir ku kuştina jinan bûye tiştekî asayî û wê rewşê bi tundî şermezar kir û wiha domand: “Her roj jin tên qetilkirin, lê belê tiştek nayê kirin. Ev kuştin û kiryarên tundûtûjiyê yên li Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Wek jinek Dêrsimê li dijî vê yekê me.” Fatma Çerkes, diyar kir ku divê tedbîrên pêwîst ji bo bidawîkirina vê komkujiya şer werin girtin û wiha li ser zêde kir: “Ger tedbîr bihatana girtin, ev kuştinên jinan wê rawestiyabûna û ev şer wê bi dawî bibûya. Divê em di yekîtî û hevgirtinê de bin. Werin em bibin yek dilî.”   ‘Em jin ji her tiştî zêdetir aştiyê dixwazin’   Nadîde Yalli, diyar kir ku daxwaza aştiyê ji bo jinan meseleya hebûnê ye û destnîşan kir ku mexdûrên herî mezin ên şer jin û zarok in û wiha pê de çû: “Em jin herî zêde aştiyê dixwazin. Ji ber ku mêr şer didin destpêkirin, lê em jin bedela wê didin.” Nadîde Yalli, tekez kir ku jin hêzek civakî ye ku jiyan û aştiyê ava dike û banga têkoşînê li dijî newekheviya zayendî jî kir. Nadîde Yalli,  bi lêv kir ku divê jin wekî takekes û mirov werin dîtin, ne tenê bi nasnameya xwe ya “jin” û wiha domand: “Em naxwazin ji vê sîstema zayendperest winda bibin. Em jiyaneke bi tevahî mirovî û wekhev dixwazin.”   ‘Aştî û azadî jî li aliyê jinan e’   Nadîde Yalli, diyar kir ku rola jinan di ji nû ve avakirina civakê de girîng e û wiha dewam kir: “Em jin in yên ku cîhan afirandine. Em nifşên nû tînin dinyayê û wan mezin dikin. Aştî û azadî jî li aliyê jinan e. Em dixwazin hemû mafên civakî bi wekhevî hebin. Em dixwazin jin di komîsyonên aştiyê yên ku werin damezrandin de cih bigirin û di pêvajoyên biryardanê de roleke çalak bilîzin.”   ‘Em piştgiriyê didin aştiyê’   Nadîde Yalli, bi bîr xist ku di şeran de jin dibin hedef û qirkirina ku jinên Êzîdî pê re rû bi rû mane û êşa ku jinên Kurd kişandine mînak da.  Nadîde Yalli, wiha dom kir: “Di şeran de, jin wekî xenîmetên şer têne dîtin û rastî tacîz û tecawizê tên. Em van rastiyan dizanin. Wek jin, em şer naxwazin. Em piştgiriyê didin aştiyê.”   ‘Dewlet gavên şênber navêje’   Sabriye Kaya tekez kir ku aştî pêdiviya herî zêde ya jinan e û got, “Em jin ji her kesî bêtir aştiyê dixwazin. Em jin bûn yên ku herî zêde êş kişandin. Em ji ber nasnameya xwe ya Elewî û Kurd jî bûn hedef.” Sabriye Kaya diyar kir ku dewletê gavên samîmî û şênber ji bo aştiyê neavêtiye û ji ber vê sedemê ew ji pêvajoyê bêhêvî ye. Sabriye Kaya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez difikirim ku hikûmet gavên li dijî Kurdan diavêje ji ber ku di rewşek dijwar de ye lewma. Ev yek ji bo me fikarên cidî derdixe holê. Hikûmet xwedî nêzîkatiyek zelal û dilniyaker nîne.”   ‘Ev mafekî bidestxistî ye’   Sabriye Kaya, diyar kir ku civakê ji bo aştiyê hewldanek mezin daye, bal kişand ser windahî û gazindên ku hatine jiyîn û got, “Zarokên me ji me standin, hinek ji me dûr xistin û hinekan jî kuştin. Bi dehan salan e ku mirov di girtîgehan de tên ragirtin. Niha ew têne berdan, mîna ku xelatek be. Lêbelê, ev mafek bidestxistinek e.” Sabriye Kaya, da zanîn ku aştî tenê bi wekhevî û edaletê dikare pêk were û divê cudakariya civakî bi dawî bibe û wiha axivî: “ Em hemû xizan in, me gelek darbe dîtiye. Em hemû heman êşê parve dikin. Heta ku li vî welatî cudakarî hebe, yekîtî pêk nayê.”   ‘Em dikarin jiyaneke xweş ava bikin’   Sabriye Kaya, di dawiya axaftina xwe de got ku jin bi zextên piralî re rû bi rû ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger mêr carekê dîl bin, jin du qat dîl in, dîlgirtinên dewletê, civakê û pir caran jî dîlên hevjînên xwe.  Lê em jin dikarin aştiyê ava bikin. Jin divê berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Em dikarin jiyaneke xweş tir ava bikin.”