Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin 2025-08-05 14:58:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê herî kêm 5 hezar û 618 hezar jin bi binpêkirinan re rû bi rû mane û hezar û 479 jin hatine qetilkirin.   Li Yemenê di sala 2015’an ve şerê ku di navebera hêzên dewletê û Hûsiyan de dest pê kir, bû sedema mirin, birîndarbûn û koçkirina bi hezaran welatiyan. Di vê pêvajoya şer de nexasim jinan bi awayeke sîstematîk bi binpêkirina mafan re rû bi rû man.    Tora Heq û Azadiyê ya Yemenê, daxuyand ku di Çileyê 2017’an heta niha 5 hezar û 618 jin bi binpêkirina mafan re rû bir û mane. Di raporê de hate diyarkirin ku, jin bi binpêkirinên giran ên wek kuştin, revandin, tundiya fîzîkî û psikolojik re rû bi rû mane.     Di raporê de di navbera 1’ê Çileyê 2017’an heta 31’ê Tîrmeha 2024’an hezar û 479 hatine kuştin, 3 hezar û 398 jin hatine birîndarkirin, 547 kes jî hatine revandin, windakirin û bi tundiya fîzîkî û psikolojik re rû bi rû mane.    Li gel vê yekê, di raporê de hate destnîşankirin ku 176 jin bi zorê hatine bi çekkirin. Her wiha di navbera 1’ê Çileyê 2017’an heta 31’ê Tîrmeha 2014’an ji aliyê Hûsiyan ve 46 jin hatin qetilkirin, 211 jin jî hatine birîndarkirin.    Di dawiya raporê de, Tora Heq û Azadiyê ya Yemenê bangî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan ya navneteweyî kir ku bila Hûsî di binpêkirinên jinan de hesab bidin, peymanên navneteweyî pêk bînin û ji bo pêşîlêgirtina sûcên li dijî gelê sivîl tevdîrên lezgîn wergirin.