Ji DEM Partiyê daxuyaniya Silopiyayê: Şaredarî ya gel e 2025-08-07 12:49:12     ENQERE - DEM Partî ragihand ku Hevseroka Silopiyayê Jiyan Ormanli ji partiyê hatiye derxistin. Partiyê diyar kir ku Jiyan Ormanli di dema peywirê de li dijî rêgezên partiyê tevgeriyaye û daxwaza îstîfayê wê kir.   DEM Partî bi bîr xist ku di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de Şaredariya Silopiyê bi namzetên ku bi hilbijartina pêş hatin diyarkirin û li ser pergala hevserokatiyê qezenc kirine. Destnîşan kir ku ew têgihiştina “rêveberiya kolkeftîf” esas digirin. Lê hevserok Jiyan Ormanli ji ber ku ne li gorî vê têgihiştinê tevgeriyaye, bi daxwaza “derxisitina teqez” sewqî Desteya Dîsîplînê ya Navendî hate kirin. Desteya Dîsîplînê di 6’ê Tebaxa 2025’an de biryar da ku Jiyan Ormanli ji partiyê were derxistin.   Partî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Jiyan Ormanli ji roja ewil a peywira xwe ve wekî “yekane kesê rayedar” tevdigere û sepanên li dijî rê û rêzikan dike û hewldanên diyalogê yên partiyê bi wê re kirine red kiriye.   Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê diyar kir ku parastina îradeya gel a li Silopiyayê hedefa wan a sereke ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Bi têgihiştina destkeftiya rêxistinî hewldanên me yên guhertin û veguhertina van helwestên li ser hêrsa takekesî, bê encam man.”   Partiyê destnîşan kir ku ew ê ji niha şûnde jî destûrê nedin tu sepandinên li dijî rêgezan û biryardariya xwe ya ji bo parastin û mezinkirina destkeftiyên gel dubare kir.