Li Çinarê Komxebata 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan' 2025-08-12 11:58:11   Meclisa Jinan a AMED-DBP li gundê Kerikê komxebata "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist.   Komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan", ku ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve bi dirûşma "Ber bi Civaka Demokratîk bi Jinên Azad re" hatine destpêkirin, berdewam dikin. Meclisa Jinan a DBP'ê duh li gundê Kerikê, ku li navçeya Çınar a Amediyê ye, bi jinan re civiya.   Komxebata ku bal kişand ser jiyana kolektîf a jinan ji demên berê ve, nirxandinên jiyana komunal a jinan jî di nav xwe de digirt.   Komxebat bi dirûşma "Jin jiyana azad" bi dawî bû.