TAJÊ: Li hember qetilkirina jinan serî rakin 2025-08-22 14:28:02   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ li dijî qetilkirina Dr. Ban Ziya Tarq a parazvana mafên jinan bû û çend roj beriya niha cenazeyê wê di mala wê de dîtin, bang li jinan kir ku li hember qetilkirina jinan serî rakin.   Beriya çend rojan cenazeyê Dr. Ban Ziya Tarq bi şêwazê qetilkirî hat dîtin. Lê di nava demeke kin de ji hêla rayederên Iraqê ve hat îdiakirin ku Dr. Ban bi xwe dawî li jiyana xwe aniye. Lê ev îdia û daxuyaniya rayedarên pêywendîdar, li kolanên Basrayê bû sedema hêrsek mezin ku rayedarên pêwendîdar neçarê lêpirsînkirina bûyerê kir. Ji ber ku di laşê Dr. Ban de şopên qetilkirinê hebûn.   Li ser qetilkirin û kuştina jinan Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bang li hemû jinan kir ku li hember qirkirina jinan rabin ser piyan.   ‘Zêdetir jin tên qetilkirin’   TAJÊ di destpêka daxuyaniya xwe ya li ser bûyerê de balkişand ser kuştin û xwekuştina jinan û wiha got: “Hikûmeta Îraqê yek ji wan desthilatdaran e ku li beramberî destkeftiyên jinan şerekî dijwar dide meşandin. Li Îraqê her ku diçê li hember jinan bêedaletî, bêhiqûqî û zilm zêde dibe. Di sala 2024’an de qanûna ku Îraqê derxist tê de pirjinî, zewaca zarokan hebû ku ev li hember qirkirin û qetilkirina jinan gavek bû. Her wiha her ku diçe li Îraqê ji aliyê  desthilatdaran ve jin tên qetilkirin, lê wekî xwekuştî tên îlankirin.”   TAJÊ ragihand ku bûyera herî dawî ku li Basrayê hat jiyîn, qetilkirina Doktor Ban Ziyad Tarq bûye û wiha berdewam kir: “Yek ji wan, kiryarên hikûmetê bû. Tevî ku raya giştî ya Îraqê bi taybetî jin ji encamên lêkolînên dadgehê nerazî bûn jî, wek bûyera xwekuştinê  ragihandin û ser dosyayê girtin. Her wiha tiştê balkêş ew e ku her kesên ku li hember vê bûyerê bertek nîşan didin, tên cezakirin.   ‘Jinên pêşeng tên hedefgirtin’   TAJÊ destnîşan kir ku girêdayî vê bûyerê bi sedan bûyerên bi vî rengî ku rojane li Iraqê û her derê rû dide hene. TAJÊ da zanîn ku tundiya li dijî jinan bi taybetî li hemberî jinên pêşeng û çalakvanan şermezar dikin û wiha doman: “Kuştina wan, ne tenê êrîşek li ser jiyan û rûmeta wan e. Her wiha êrîşek li ser hemû civakê û têkoşîna ji bo mafên jinan e jî. Jinên pêşeng di civakê de roleke girîng dilîzin û ji bo pêşveçûn û guhertinên erênî xebatên mezin dimeşînin. Ji bo bêdengkirina wan û ji bo rêgirtina li têkoşîna wan, tên qetilkirin.“   ‘Parastina jinên pêşeng, parastina paşeroja civakeke wekhev e’   TAJÊ ragihand ku li gorî agahiyan doktor Ban yek ji wan jinan bû ku li hember zilm, niheqî û bêedaletiya dewletê serî netewandibû, ji bo aşkerakirina hîn bûyerên kuştina jinan têdikoşiya. TAJÊ got ku “Ji ber vê têkoşîna xwe doktor Ban ji hêla desthilatdaran ve hat hedefgirtin û qetilkirin. Pêwîst e hemû alî li dijî vê tundûtûjiyê rabin û ji bo parastina jiyan û mafên jinan bixebitin. Em daxwaz dikin ku kujerên van sûcan werin aşkerakirin, darizandin û cezakirin. Parastina jinên pêşeng, parastina paşeroja civakeke dadmend û wekhev e.”   ‘Lazim e hemû jin rabin ser piyan’   TAJÊ da zanîn ku ew bi taybetî bang li jinan dikin û wiha got: “Îro hêzên desthlatdar ên qirker û kapîtalîst, li hember civak û jinan di nav kîneke mezin de ne. Her roj li her derê bi rêbazên hovane qirkirin û qetilkirina jinan di meriyetê de ye. Ji bo wê lazim e hemû jin rabin ser piyan û bi yekdengî bêjin ji qirkirina jinan re na.”