‘Em mufredatek aştiyane dixwazin’ 2025-09-13 09:03:25   STENBOL - Endama Egîtîm-Senê Zeynep Torun da zanîn ku ji bo zarokên ku bi zimanê xwe nikarin perwerdê bibînin, mufredatek nû û aştiyane dixwazin û wiha got: “Divê bi awayekî wekhev mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo her kesî bê dayîn.”   Bi sedaslan e bi mîlyonan Kurd ji mafê pewerdehiya bi zimanê dayikê bêpar tên hiştin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên TC pêk tîne, dibin sedema ku zarokên xwe ji ziman û nasnameya xwe durketine. Zarokên di pergala yekparêz de mezin dibin, bi xetereya ku ziman û nasnameya xwe winda dikin re tên rûhev.Bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir de pêvajoyeke nû ji bo gelê Kurd û Tirk dest pê kir. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 8 a Egîtîm Sen a Stenbolê Zeynep Torun der barê mijarê de axivî û got ew mufredatek aştiyane dixwazin.   ‘Divê mafê zimanê dayikê bê nasîn’   Zeynep Torun da zanîn ku dema nû ya perwerdê bi pirsgirêkan dest pê kiriye û got divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi awayekî wekhev ji bo hemû welatiyan bê dayîn û got: “Li Tirkiyeyê sedsal e pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayikê heye. divê ji bo her welatî bi awayekî wekhev ev maf bê dayîn. Zimanê dayikê ji bo her kesî girîng e. Zimanê dayikê zimanê ku roja zarok tê dinê fêr dibe ye.  Zarok xwe bi zimanê dayikê îfade dikin û têkiliya xwe wisa datînin. Zarok hîna di zikê dayikê de nasnameya xwe derdixe holê. Niha zarok 6 salî diçin pêşdibistanê  7 salî jî diçin pola ewil a dibistana seretayî. Di vê asta krîtîk de zarok bi zimanê xwe nikare tevli perwerdê bibe. Ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkan.”   ‘Divê çareseriyên demokratîk û aştiyane hebin’   Zeynep Torun bi lêv kir ku ziman nasnameyê temsîl dike û qedexekirina vî zimanî jî polîtîka asîmîlasyonê ye. Zeynep Torun ev tişt anî ziman: “Di esasa welatîbûna wekhev de divê çareseriyên demokratîk û aştiyane hebin. Ji ber ku ziman nasname ye. Teşeyê îfadekirina nasnameyê ye. Polîtîka asîmîlasyonê dibe sedema tunebûna vê.  Em nikarin bêjin ku li Tirkiyeyê jiyanek demokratîk heye. Zarok li dibistanê nikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Divê di esasa welatîbûna wekhev de çareseriyên aştiyane û demokratîk pêk bên.”   ‘Di bin berpirsyariya dewletê de ye’   Zeynep Torun anî ziman ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafekî gerdunî ye û divê ji bo her kesî ev maf bê dayîn. Zeynep Torun ev nirxandin kir: “Li welatê me ji bilî Tirkî gelek zimanên tên axaftin hene. Lê mixabin derfeta perwerdehiyê nayê dayîn. Ev dibin berpirsyariya dewletê de tê kirin. Divê ev maf bê dayîn.  Mamosteyên zimanê dayikê bikarnaynin hene. Ez 18 sel e wek mamoste di sektora perwerdeyê de me. Min bi zimanê xwe perwerde negirtiye. Ez di pola yekemîn de Tirkî fêr bûm. Vê rê li ber pirsgirêkên cidî vekir. Divê em wke gelê Kurd ewil bi zimanê xwe biaxivin.”   ‘Divê di mufredatê de guherînên cidî bên kirin’   Zeynep Torun di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê di mufredatê de guherînên cidî bên kirin û wiha dawî lê anî: “Divê biçin guherînek cidî ya mufredatê. Divê biçin mufredata aştiyane. Divê dest ji polîtîkaya yek ziman a xala 42’emîn a destura bingehîn a destûra bingehîn a 1982’an berdin. Divê mufredat ji nû ve bê amadekirin.”