Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş:Bila bîranîna Rojînê bibe agirê têkoşîna me 2025-10-15 21:36:35   WAN - Platforma Jinan a Wanê, têkildarî geşedanên dawî yên di dosyeya Rojîn Kabaîşê de meşeke girseyî li dar xist û daxwaz kir ku delîl bi baldarî werin berhevkirin û di vê pêvajoyê de malbat û civak bi awayekî rast û di wextê xwe de werin agahdarkirin.   Platforma Jinan a Wanê, têkildarî geşedanên dawî yên di dosyeya Rojîn Kabaîşê de meşeke girseyî li dar xist. Girse li ber Wan AVMê kom bû û bi pankarta “Ji bo Rojin ê edalet! Ji bêcezatîyê, bêdengiyê û pergala dewleta mêr re êdî bes e!” û dowîzên “em ji bo Rojînê edaletê dixwazin”, “derengmayîna edaletê, bê edaletî ye”, “em edaletê dixwazin” û gelek dowîzên din heta Qada Bajêr meşiyan. Girseyê, dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “mêr lêdixe, dewlet diparêze” û “rektor îstîfa” berz kirin û bertek nîşanî îhmalkariya rêveberiya zanîngehê dan. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli, endamên platformê û gelek jin beşdarî meşê bûn.   ‘Hêj jî telefona Rojînê nehatiye vekirin’   Girseyê li Qada Bajêr daxûyanî da û  li ser navê platformê jinan Meryema Arslan metna daxûyaniyê xwend. Meryema Arslan, diyar kir ku ew ji bo ku bibin dengê Rojînê, ji bo dîtina sûcdaran û ji bo hemû jinan derdikevin kolanan û got: “Salek e di lêpirsîna mirina gumanbar a Rojîn Kabaîşê de ti pêşketin çênebûye û telefonê Rojînê hîn jî nehatiye vekirin, daneyên wê yên dîjîtal nehatine lêkolînkirin. Çima li dijî rayedarên zanîngeh û wargehan ti tedbîrek nehatiye girtin? Ev pirs salek e bêbersiv dimînin.”   Daxwazên xwe rêz kirin   Meryema Arslan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo Rojîn Kabaîş û hemû mirinên jinan ên gumanbar bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Em lêpirsînek zelal û bibandor dixwazin. Divê delîl bi baldarî werin berhevkirin û di vê pêvajoyê de winda nebin, divê hêzên ewlehiyê hemî berpirsiyariyên xwe bicîh bînin, divê di vê pêvajoyê de malbat û civak bi awayekî rast û di wextê xwe de werin agahdarkirin. Em daxwaz dikin ku dozên ‘mirinên gumanbar’ ne bi girtina wan, lê bi zelalkirina wan bi hemî rastiyan ve werin ronîkirin.   ‘Bila bîranîna Rojînê agirê têkoşîna me be’   Meryema Arslan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku edalet ne tenê di dadgehê de ye, di dengê kolanan, hêza hevgirtinê û têkoşîna hevpar a jinên ku baweriya xwe bi hev tînin de jî heye. Em ê vê têkoşînê ji bo Rojînê, ji bo hemî jinên ku hatine kuştin, bêdengkirin û paşguhkirin bidomînin. Bila bîranîna Rojînê agirê têkoşîna me be.”   Piştî daxuyaniyê, jinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştre Dengbej Meryem Tûncer stranek li ser têkoşîna Rojîn û malbata wê ya ji bo edaletê got û çalakî bi dawî bû.