Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da 2025-10-20 14:17:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tezkereya Iraq û Sûriyeyê ku tê payin hefteya pêş were Meclisê axivî û got: “Pêdiviya gelên Sûriyeyê ne bi tezkereyê, bi avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û demokratîk heye.”    Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê axivî.    Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, di serî de bal kişand ser tezkereya Sûriye, Iraq û Lubnanê ku tê payin hefteya pêş were Meclisê û got: “Di demeke qala aştî, bêçekbûn û bêpevçûniyê tê kirin de tezkereya şer tînin Meclisê. Bi vê tezkereyê dixwazin dema mayina leşkeran a li Sûriye û Iraqê dirêj bikin. Heta tê xwestin ku leşkerên nû bên şandin. Ev nayê qebûlkirin. Vê tezkereyê weke ewlehiya welat pêşkeş dikin lê mudaxileya hundirê karên navxweyî yên welatiyên din e. Lewma hem rewa nîne hem jî hiqûqî nîne. Konsepta ewlehiyê ya dewlet û îktîdarê heye û bi sala ye hewl didin bi vegotina ji civakê re hincetan jê re peyda bikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku polîtîkayên ewlehîperestiyê tu pirsgirêkê welat û herêmê çareser nekirine. Berevajî vê, pirsgirêk veguherandine alozî û tundiyeke mezin.”     Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser naveroka tezkereyê û wiha axivî: “Qala pêdiviyên rêveberiya Sûriyeyê tê kirin. Gelo pêwîstiyên rêveberiya Sûriyeyê û gelên wê heman in? Ya girîng pêwîstiyên rêveberiyê ne yan yê gelên Kurd, Ereb, Êzidî, Durzî, Ereb û Elewiyan e? Ji bo me ya esasî, pêdiviyên gel e. Ew jî avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û demokratîk e. Lê em dibînin ku Tirkiye ji vê fikrê pir dûr e. Gelên Sûriyeyê dikarin pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin. Em qebûl nakin ku li derve mudaxileyî Sûriyeyê were kirin. Hin kes vê ji bo berjewendiyên xwe hin kes ji ber aboriyê û hin kes jî bi hinceta ewlehiyê dikin.”     Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê qala pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê kir û got: “Gelo pêvajoya entegrasyonê dest pê nekiriye? Ma hêzên navneteweyî piştgiriyê nadin vê pêvajoya entegrasyonê? Ma komîteyên jêr nehatine avakirin? Her wiha tê gotin ku Tirkiye jî parçeyeke vê pêvajoyê ye. Baş e lê em ê van tevan çawa binirxînin? Li holê heqîqeteke pir cuda, pêvajoyeke pir cuda heye. Pêvajoyeke dimeşe û em tevek piştgiriyê didinê heye. Ji sedî 70’ê Tirkiyeyê ji bo serkeftinê duayan dike û piştgiriyê dide. Lê mixabin ji ber polîtîkayên hevnegirtî yên îktîdarê, li şûna ji bo çareseriya demokratîk gav bên avêtin, van polîtîkayên ewlehîperest dimeşîne û ev jî bêbaweriyê ava dike.”     Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxa biryardayînê de ye û got. “An dê polîtîkayeke aştiyane li herêmê bimeşîne yan jî dê bi kodên ewlehîperestiyê de israr bike. Mesele ev e. Tirkiyeyeke ku aştiya xwe ya navxweyî pêk anî, pirsgirêka Kurd a navxweyî bi çareseriyeke demokratîk tacîdar kirî dê ji bo aştiya herêmê jî gelek sûdewer be. Dê ji bo îstîqrar, ewlehî û demokrasiya herêmê jî gelek sûdewer be. Lewma em dibêjin tezkere û perspektîfa ewlehîperestiyê çareserî nîne. Li şûna wê divê paradîgmaya aştiyane, guftûgo û muzakereyan esas bigire. Gelên Rojhilata Navîn gelek êş kişandin. Êdî tehemûla tu kesekî nema ye. Divê di sedsala duyemîn de komar, aştî û demokrasiyê ji xwe re esas bigire. Hewceye jiyaneke wekhev, azad û demokratîk bikeve meriyetê. Em ê di lijneya giştî de li dijî tezkereyê derkevin. Em bang li hemû partiyên demokrasî, aştiyê ji xwe re esas digirin jî dikin ku dengê nayê bi kar bînin.”     Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku budçeya sala 2026’an pêşkeşî Wezareta Darayî hatiye kirin û got: “Mixabin ev budçeye jî ji budçeyên salên berê cuda nîne. Ne budçeya gel, xizan, jin, ciwan û zarokan lê budçeya qesrê, sermaye, alîgir, rant û talanê ye. Di salên berê de ib hinceta pandemiyê budçeya faîz û şer di anîn pêşiya me û diparastin. Ji sedî 11.4’ê budçeyê ji bo lêçûnên parastinê tên xerckirin. Dema em dipirsin jî dibêjin ‘em ne di şer de ne.’ Di vê pêvajoyê de derfetên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çêbûne lê wekî ku banga 27’ê Sibatê qet nehatibe kirin tevdigerin. Budçeyeke ku weke qet ev nîqaş nehatibin kirin tînin pêşiya me û dixwazin bi me de erêkirin. Ev nayê qebûlkirin.     Niha di bacê de pergalek anîne. Pergala bacê ya vî welatî bi edalet nîne. Kedkar dibêjin ku ji mûçeyê xwe heta her tiştê dikire bacê dide lê dewlemend bacê nadin. Tevahiya budçeyê li ser pişta xizana ye, kedkaran e.     Paketa Darazê ya 11’an hate parvekirin. Rayedarên hikûmetê dibêjin ‘hêj bi awayekî fermî nehatiye ber destê me.’ Min ji serokê komîsyona edaletê jî pirsî. Heke ya hatiye parvekirin rast be, bi rastî jî rewşekî giran e. Anku ev taktîka AKP’ê ye. Ji ewil bi veşarî parve dikin û li berteka gel dinihêrin, piştre jî zemîna fermîkirina wê ava dikin. Lê em bi aşkerayî bibêjin ku dê qebûl nekin.”     Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa “dê pêvajo ji vir û şûnde li komîsyonê çawa bidome?” got: “Em li bendê bûn ku rûniştina hefteya berê bibe rûniştina dawî. Bi vî awayî gel Serokê Meclisê û serokwekîlên koman ên koordînator re hatibû axaftin. Hedef ew bû ku Serokê MÎT’ê, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Edaletê bên û agahiyan parve bikin û ev jî bibe rûniştina dawî. Lê me wisa bihîst ku dema wezîran hev negirtiye lewma îxtîmaleke mezin e dê komîsyon vê hefteyê necive. Em li bendê ne ku hefteya pêş qet nebe bên guhdarîkirin. Piştre jî divê rapor bên nivîsandin. Ev rapor dê ji lijneya giştî re bê şandin û bi vê yekê re dê qonaxa ewil temam bibe.”