Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Em hemû Rojîn Kabaîş in 2025-10-28 12:18:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bûyera qetilkirina Rojîn Kabaîş ya li Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û banga edaletê ji bo Rojînê kirin.   Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû, piştî 18 rojan cenazeyê wê hate dîtin. Ev bûyera ku lêpirsîna wê hîn dewam dike, rojeveke mezin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ava kir.   Têkildarî vê bûyerê îro Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bi dehan xwendekar bi hilgirtina wêneyên Rojîn Kabaîş û pankartên bi nivîsa “Em hemû Rojîn in” beşdar bûn.   Daxuyaniya ku li pêşiya avahiya zanîngehê hate dayîn, ji aliyê xwendekar Hindirîn Hec Mehmûd ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Em wekî xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê, bi xemgînî bîranîna Rojîn Kabaîş tînin ziman û em ji vê kiryarê pir dilgiran in. Rojîn Kabaîş keçeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê bû. Ew li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwendekara sala yekem bû, beşa Çocuk Gelişimi (perwerdekirina zarokên di pêvajoya destpêkê de).   Baroya Wanê der barê Rojîn Kabaîş de, ku di 27’ê Îlonê de winda bûbû û piştî 18 rojan cenazeyê wê li Gola Wanê hate dîtin, daxuyaniyê da. Sinan Ozaraz di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ji roja destpêkê ve şopdarên dosyayê bûne û wiha got: ‘Kesên peywirdar agahî nedan malbatê. Ev bi xwe yek ji binpêkirinan e. Dozgeriyê kontrolkirina ketin û derketina zanîngehê eşkere nekiriye û nexistiye xizmeta lêpirsînê. Di aliyê ewlehiyê de valahiyeke cidî hebûye. Baroya Wanê berdewam dike û dibêje ku dozgeriyê wekî her carê em ji dosyayê dûr hiştine û bi bersiva “em tiştê pêwîst dikin”, guman bi me re çêkir.’   Pişt re di raporeke din de, xuya dibe ku DNA’ya du zilaman li ser laşê Rojînê heye. Malbata Kabaîş dibêje em gotina ku Rojînê xwe kuştî qebûl nakin. Em dixwazin rastî eşkere bibe. Em ê heta ku rastî eşkere bibe, doza keça xwe bişopînin. Li gorî daxuyaniya Baroya Amedê û helwesta malbatê, xuya dibe ku binpêkirinek heye. Ev binpêkirin li hemberî mafên xwendekaran û bi taybetî mafên jinan e.   Em wekî xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê vê binpêkirinê red dikin û daxwaza edaletê ji bo Kabaîşê û tevahiya binpêkirinên li dijî xwendekaran û jinan dikin. Em wekî Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê, bang li hemû sazî, hiqûqnas û meclisên xwendekaran dikin ku li hemberî vê yekê rawestin. Em dibêjin ku em hemû Rojîn Kabaîş in.”