Ronakbîra Afganistanî: Xwegîhandina dîjîtal ji bo jinan girîng e 2025-10-29 09:06:06   Melek Avci   ENQERE - Nivîskar û rojnameger Hoda Khomosh birîna înternetê ya li Afganîstanê nirxand û got: “Ji bilî perwerde û aboriyê, înternet ji bo deng bê bihistin ‘xwegîhandina dîjîtal ji bo jiyana jinan gelek girîng e’ û di rewşa ev bidome de wê jin seranserê nîfşan windahiya perwerde û aboriyê bijîn.”   Rêveberiya Talîban a li Afganîstanê bi hinceta ‘bêahlaqiyê’ di 15’ê îlona 2025’an de torên înternetê yên fîber-optîk li gelek wîlayetan birî. Li hinek wîlayetan bi giştî hat birîn; mînak li Balkh Provînce fîber înternet hat girtin. Di 29’ê îlonê de li seranserê welat înternet û torên mobîl têk çûn. Daneyên trafîkê bi asteke mezin de daket sifirê.  Torên fîber optîk hatin birîn, înterne mobîl û weşanên uydu yên TV hatin asta rawestînê.   Lijneya şopandina înternetê ragîhand ku di xizmetên telefonê de astengiyên cidî tên jiyîn. Rayedarên hikûmetê  daxuyandin ku ‘qanûnek netewî tune ye’  û saziyên civaka sivîl û hinek komên serbixwe gotin rewş cidî ye.  Hinek çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku wê birîna înternetê  li pergalên banka û e-tîcaretê jî bikin. komîteyek li Kabîlê hat avakirin, bi armanca ‘pêşîgirtina bêahlaqiyê’ înterneta fîber optîk asteng kir.   Nivîskar- rojnameger û aktîvîsta mafê jinan a Afgan Hoda Khamosh ku di nava ‘100 jinên’ ji aliyê BBC ve hatine diyarkirin de cih digire, der barê mijarê de axivî.   ‘Belavbûna îdeolojiya Talîban tabloyek bi xeter e’   Hoda Khamosh got jin bi gitşî ji jiyana gelemperî hatine durxistin û got: “Jin hema hema qet tevli jiyana siyasî nabin û rolên wan yên di civakî û aborî de bi awayekî cidî tên astengkirin. Qedexeyên Talîban tîne tenê pêşeroja jinan parçe nake, pêşeroja zarokan, hemû nifûsê û netewê jî tehd dike. Îdeolojiya Talîban di civakê de her diçe belav dibe û tabloyek bi xof dertê holê.”   ‘Înternet ji bo jinan çavkaniya perwerde û debarê bû’   Hoda Khamosh destnîşan kir ku Talîban birîna înternetê bi armanca ‘kontrolkirinê’ dike û wiha anî ziman: “Talîban birîna înternetê bi armanca bertekên li wlat û derveyê welat kontrol bike wek alava siyasî bi kar tîne. Birîna înernetê û astengkirina xizmetên qerta SIM  aborî qels kir û bû dema protestoyên gel.  Ji ber ku înternet ji bo gelek jinî çavkaniya debarê û perwerdehiyê bû. Faliyetên aborî û perwerdê yên jinan bi astek mezin girêdayê înternetê bûn.”   'Ev qedexe bidomin wê têkçûna aborî pêk bê'   Hoda Khamosh daxuyakirin ku bandorên neyînî yên birîna înternetê hene û wiha dirêjî dayê: “Birîna înternetê rê li ber rawestîna perwerdê, xebata ji dur ve vedike. Di vê serdema teknolojiyê de kar, perwerde û jiyana civakî di navenda wê de cih digire. Ji ber vê jî ger ku ev birînên înternetê bidomin wê aborî têk biçe û bêhêvitiya civakî derkeve holê.”   ‘Ji bo jinan gelek girîng e’   Hoda Khamosh di berdewamiyê de anî ziman ku birîna înternetê pêşî li bihistina dengê jinan digire û got: “Înternet ji bo jinan ne tenê alavên aborî, perwerdeyê ye. Heman demê de jib o azadiya fikr û raman, afirandina hişmendiyê ya ji bo jinan gelek girînge. Ji bo dengê jinan bê bihistin alaveke girînge. Birîn an jî sînorkirina dîjîtal jinan ji hemû qadan dur digire. Li gorî perspektîfa mafê mirovan a navneteweyî ev sînorkirin, li dijî standardên mafê xebat, perwerde û azadiyê ye.  Rêgezên parastina wekhev tên binpêkirin. Ji bilî perwerde û aboriyê, înternet ji bo deng be bihistin ‘xwegîhandina dîjîtal ji bo jiyana jinan gelek girînge’ û di rewşa ev bidome de wê jin seranserê nîfşan windahiya perwerde û aboriyê bijîn.”