EFFP pêvajoyê dişopîne: Derengxistin zirarê dide Tirkiyeyê 2025-11-03 09:03:04     Melek Avci   ENQERE - Prof Neşe Ozgen da zanîn ku ew wek EFFP'yê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û xebatan dimeşînin û got: “Dema ku carekê navê aştiyê bê derbaskirin tu hêz nikare vê bide sekinandin. Em bi biryar in vê astengiyê ji holê rabikin. Bila ev derfet ji dest neyê derxistin. Derengxistina pêvajoyê zirarê dide Tirkiyeyê.”   Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Gava hat avêtin li Kurdistan, Tirkiye û her derê Tirkiyeyê deng da. Çavê gel li gavên şênber ên dewletê ne. Endama Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) Prof Neşe Ozgen diyar kir ku dewlet pêvajoya tê meşandin sivik dibîne. Neşe Ozgen der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Em dixwazin polîtîkayeke nû pêş bixînin’   Neşe Ozgen der barê îdiaya polîtîkaya nû ya EFFP’ê ya li dîasporayê axivî û wiha got: “ Ez endama Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewreopayê me. Me ev însiyatîf ava kir. Em akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, aktîvîst, rojnameger û lêkolîner hewl didin li dîasporayê polîtîkayek nû pêş bixînin. Demek dirêj e em Tirkiyeyê dişopînin. Em komeke ku hewl didin bandorê li polîtîkayên Tirkiye û Kurdistanê bikine. Ev çawa dibe; bi kampanya, bi pêşxistina nirxên sivîl, bi pêşxistina teorî, rexneyan.”   ‘Em ji nêz ve mijarê dişopînin’   Neşe Ozgen balkişand ser kampanyayên dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Me berê jî kampanya ‘Ez dixwazim Abdullah Ocalan ziyaret bikim’ pêk anîbû. Me ev kampanya bi kampanya ‘mafê hêviyê’ re dimeşand. Bi taybet me li parzemîna Ewropayê piştre jî li welatên Bakurê Amerîkayê, welatên Latîn Amerîkayê da meşandin. Gelek kes dixwazin tevli kampanyayê bibin. 3-4 meh di ser kampanyayê de derbas bû. Em mijarê ji nêz ve dişopînin.”   ‘Ev mijar bi mîlyonan kesî eleqeder dike’   Neşe Ozgen daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd ya 26’ê Cotmehê de jî wiha nirxand: “Em vê gavê erênî dibînin. Bêguman ev yekalî nabe. Pêvajo nêzî salekê ye didome lê hîna dewleta Tirk gavek erênî navêtiye, pêvajoyê sivik dibîne. Em ji ber vê xemgîn in. Em mijareke ku 86 mîlyon kesî eleqeder dike ye. Ev mijar bi mîlyonan kesî eleqeder dike. Ji ber vê jî bêdilî nêzîkbûn, ji aliyê gelan ve xweş nayê pêşwazîkirin. Ev zirarê dide dewletê jî. Ev mijar êdî ne mijarek şexsî ye. Em naxwazin ev derfet tune bibe.”   ‘Hevdîtin erênî ne’   Neşe Ozgen di mijara serdana komîsyonê ya Îmraliyê de jî ev tişt got: “ Demek berê em wek komeke akademîsyen li Strasbourgê tevli civînên Councîl of Europe bûn. Me li wir nêrînên xwe vegotin. Der barê ku Tirkiye di riya demokratîkbûnê de dikare çi bike, me xebat dan destpêkirin. Li wir me dît ku pêvajo ji aliyê Councîl of Europa ve tê şopandin. Ji ber vê jî ev tiştekî baş bû. Lê divê ev bê dîtin. Ev mijar ne mijareke şexsî ye. Ev mijar mijareke herêmî navneteweyî ye. Divê em vê di hişê xwe de bihêlin: Tirkiye wê di geşedanên li Rojhilata Navîn de çawa tevbigere, wê çi bike, wê mudaxîlbûna dewletên din bidomîne, an jî vê şûnde gavê bavêje an na? Wê li welat ji bo demokrasiyê çi bike. Hevdîtin erênî ne.  Ji derveyê welat jî tê şopandin. Di mijara ku li gorî qanûnan tevdigere nagere jî tê şopandin.”   ‘Derengxistin zirarê dide Tirkiyeyê’   Neşe Ozgen diyar kir ku derengxistina pêvajoyê zirarê dide Tirkiyeyê û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Ez dubare dikim. Ev tenê zirarê dide Tirkiyeyê. Divê ev bê fêmkirin. Nokteyek din jî ev e. Pêvajoyên 2009,2013, 2004 û 1990’î hene. Em di van pêvajoyan de li ku derê ketin li ku derê em baş tevgeriyan. Divê em ji van destpê bikin. Xuyaye ku navê aştiyê, navê demokrasiyê winda nabe. Her çiqas hewldan bi ser nekevin jî qut bibin jî xitimandin hebe jî dengê aştiyê navê aştiyê dimîne. AKP, dewlet, hikûmet heta dikarin bila dereng bixînin navê aştiyê carekê derbas bibe tişt nikare pêşî li vê bigire.”   ‘Hemû civaka Tirkiyeyê bedel dide’   Neşe Ozgen nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Divê Tirkiye vê cidî bibîne. Gelo dibêjin qey wê Kurdan hîna bi mijara ziman, govend, welatîbûbûna wekhev 50 salên din jî mijul bikin? Ev tiştekî çawaye. Tenê civaka Kurd bedel nade. Hemû gelên Tirkiyeyê bedel didin. Civaka Tirkiyeyê bedel dide. Gel van êşan heq nake. Divê hinek hişê xwe bigirin serê xwe û bikevin tevgerê. Ev ne bi gotinên vala, ne bi efûyên demkî, divê pêvajoyeke qanûnî bê rûniştandin. Divê sererastkirinên qanûnî bê kirin. Demokrasî di heman demê de mafê destkeftiya wekhev e, mafê jiyaneke hevpar a wekhev e. Hêviya me heye. Dibe astengî hebin lê wê pêvajo pêş bikeve. Em heta dawiya mehê dipên ku Erdogan derkeve û pêvajoyê vebêje. Em ê xebatên xwe bidomînin û şopandina xwe bidomînin.”