Xwebûn bi manşeta ‘Pêvînayîş avzel o’ derket 2025-11-03 09:07:09     AMED - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 307' emîn de bi manşeta “Pêvînayîş avzel o” derket.    Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê di hejmara xwe ya 307'emîn de bi manşeta “Pêvînayîş avzel o” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, vê hefteyê hevpeyvîna bi zaravayê kirmanckî ku rojnameger Lêl Amed bi Hevsorka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar re çê kiriye derxistiye manşeta xwe. Çîgdem Kiliçgun Ûçar gelek mijaran dinirxîne û bi taybetî li ser pêvajoya heyî dibêje pêwîste bi lezgînî komisyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.   Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Lîlav Elî, Barîn Sorxîn Kobanê, Adar Jiyan, Kamran Simo Hêdilî, Felemez Ûlûg, Zinar Ronî, Medenî Ferho, Kurdistan Lezgiyeva, Rola Mihemed, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Ehmedê Bira, Fatma Taşli Tûnç, Hesen Hemkê, Metîn Dag, Rohat Bulut û Siyabend Aslan bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih digirin.