Waliyê Şirnexê serdana mala şînê asteng kir! 2025-11-03 14:32:34     ŞIRNEX - Li ser fermana Walîtiya Şirnexê, serdana şîna endama YJA-Starê Berîvan Katar hat astengkirin û polîsan got ku walîtî naxwaze û destûrê nade ku bi girseyî serdana mala şînê bê kirin.   Li taxa Yeniyê ya Şirnex ji bo endama YJA-Starê Berîvan Katar (Rêvan Aslan) a di 25'ê Adara 2025'an de li Zapê jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar serdanên sersaxiyê ji bo malbatê tên kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl xwestin biçin serdana şînê. Girse bi astengiya polîsan re rû bi rû ma. Li ser astengkirina polîsan girseyê bertek nîşan da û dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kir.   Di navbera polîs û girseyê de gengeşî û minaqaşe derket, polîsan hewl da bi tundî êrişî girseyê bike. Di gengeşiya derket de welatiyê bi navê Sedîk Kulter hat binçavkirin.   Li ser astengiya polîsan, Parlamenter Newroz Ûysal Aslan hevdîtinek bi Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîncî re kir. Walî di hevdîtina li gel Newroz Ûysal de diyar kir ku ew destûrê nade ku bi girseyî serdana mala şînê bê kirin.   Girseya ku li nêzî mala şînê hate astengkirin bertek nîşanî Waliyê Şirnexê da û got ev yek hewldana provakasyonê ye.   Girseya ku dixwaze biçe mala şînê di nava dorpêçê de sekinî ye.