Yekîtiya Mamosteyên Kurd rejîma Îranê şermezar kir 2025-11-03 19:57:27   NAVEMDA NÛÇEYAN  - Yekîtiya Mamosteyên Kurd cezayê rejîma Îranê ku li mamosteyên Kurd Mêhrî Xusrew Zade û Zeytûn Kohzadeyî birî şermezar kir û anî ziman ku cezayê hatî dayîn ne mirovî û der exlaqî ye.   Yekîtiya Mamosteyên Kurd yên li navçeya Hersên a bi ser bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgirîkirina mamosteyên jin daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê li mamosteyan hatiye birîn ne mirovî ye, berovajî ruhê azadî û erka çandî ye û got: “Pêşiya huner û hişyariyê nayê girtin. Dengê aştî nikare di bin zextên agir de bê bêdengkirin.”   Hêjayî bibîr xistinê ye Mêhrî Xusrew Zade û Zeytûn Kohzadeyî mamosteyên li dibistana seretayî Fîrdews ya keçan li bajarê Ciwanro ji ber strana ‘Min bi tenê nehêlin’ û ‘Rêya Xebat’ ji aliyê Wezareta Îtilatê ve ji erkê hatine dûrxistin.