Gera partiyên siyasî ya Meclîsa Jinan dest pê kir 2025-11-04 14:06:51   ENQERE - Meclîsa Jinan a  DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoyê de bi şaxên jinan ên partiyên siyasî re, dest bi hevdîtinan kir. Tê payîn ku di civînan de gelek mijar werin nîqaşkirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) dê bi şaxên jinan ên partiyên ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hevalbend in re hevdîtinan bike. Di van hevdîtinan de dê li ser çawaniya rêxistinkirina têkoşînek hevbeş li dijî êrîşên li ser mafên jinan ên bi dest xistine, civakîkirina pêvajoyê û pirsgirêkên budçeyê nîqaş werin kirin.   Şandeya ku ji Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu, endama Komîteya Rêveberiya Navendî û Koordînasyona Jinan a  DEM Partiyê Canan Çalagan û endama Koordînasyona Jinan Fatma Koçyigit pêk tê, dê îro saet 13:30'an de bi endamên jin ên Partiya Pêşerojê re yekem serdana xwe bike.   Şanda Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê roja Çarşemê, 5'ê Mijdarê saet 11:00'ê sibê bi CHPê re bicive. Civîna bi Beşa Xebata Jinan a Partiya DEVA re jî dê roja Çarşemê, 5'ê Mijdarê saet 13:30'ê piştî nîvro pêk were.   Hemû civîn ji bo çapemeniyê girtî ne, lê nirxandinek nivîskî ya civînan dê were parvekirin.   Bernameya şandeyê ji bo hevdîtinên bi AKP û MHP'ê re hîn nehatiye diyarkirin.