Li gundê Selmanê hevdîtina 25’ê Mijdarê 2025-11-04 18:00:36   AMED -  Meclîsa Jinan a Şaredariya Erxeniyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de li gundê Selmanê bi jinan re hat gel hev û banga piştevanî û têkoşîna hevpar kir.    Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberiya jinan a DBP’ê ya navçeyê û rêveberiya jinan a DEM partî ya navçeyê li gundê Selmanê bi jinan re hatin gel hev.   Hevşaredar Bîrsen Azak di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku divê jin bên gel hev, hev guhdarî bikin û xwedî li hev derkevin. Bîrsen Azak Bayar balkişand ser 25’ê Mijdarê û daxuyand ku divê hemû jin bi hev re têkoşîna xwe bimeşînin.   Jinan di gelek mijaran de dan û standina nêrîn kirin.