'Divê pêvajo ji doza Kobanî dest pê bike' 2025-11-05 15:04:43   ENQERE - Cîgira Seroka Koma Parlamentoyê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku doza Kobanî xala diyarker a pêvajoyeke nû ye û got, “Riya aştî, wekhevî û edaletê li vî welatî di bidawîkirina doza kupasê ya Kobanî re derbas dibe. Divê hevalên me rojek din di girtîgehê de nemînin.”   Cîgira Serokên Koma Parlamentoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezai Temellî, lige parlamenteran,  ji bo salvegera operasyonên li dijî siyaseta Kurd ên di 'ê Mijdara 2016'an de li ber Girtîgeha Girtî ya Sîncanê daxuyaniyek dan.   Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da û anî ziman ku ew li dijî darbeya siyasî careke din li vir dengê xwe bilind dikin û got: “Hevalên me di doza Kobanê de bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin. Sed sal jî bi ser vê dozê ve derbas bibe ev doz dozek têkçûyî ye û wê wisa were pênasekirin. Ne hevalên me ne jî em teslîmî vê bêhiqûqiyê nebûn. Hevalên me nehatin darizandin, a rast hevalên me dadgehan darizandin kirin û îfşa kirin. Dadgeheha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ev doz weke binpêkirina maf pênase kir û wisa biryar da. DMMEyê xwest di şexsê Selahattîn Demîrtaş de hemû hevalên me bên berdan. Divê biryarên DMMEyê pêk were. Dadgeha îtîraza Tirkiyeyê jî red kir û biryar teqez kir. Bendewariya me jî niha ew e ku hevalên me demildest bên berdan. Em careke din bang li desthilatê û Wezareta Dadê dikin ku hiqûqê pêk bînin û hevalên me berdin. Ji bo pêvajoyek wiha yek jî ya girîng pêkanîna hiqûqê û berdana hevalên me ye.”   ‘Biryarê pêk bînin’   Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku pêdiviya gel û aştiyê ew e ku desthilat li gorî hiqûqê tevbigere û ev yek anîn ziman: “Heke hiqqûqeke nû pêk neyê û aştî wê pêk were, ev nabe, divê ewilî hiqûq pêk were. Biryarên ji bo hevalên me hatine dayîn divê pêk were. Gelo divê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê çend caran biryar bide ku hevalên me bên berdan? Em careke din li vir dibêjin hevalên me yên li vir girtî ne rûmeta me ne. Bi berdana wan em ê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin. Heta hevalên me bên berdan wê têkoşîna me bidome. Doza Kompasê ya Kobanê têk çûye, hevalên me berdin.”