Esma Mayil hat berdan 2025-11-05 18:19:12   ÎZMÎR- Esma Mayil ku ji bo nasnameya parastina demkî bigire çû Îdareya Koçberiyê ya Navendî  teslîmêpolîsan hatibû kirin. Esma Mayil rojek şûnde hat berdan.   Li Îzmîrê di 3’ê Mijdarê de Esma Mayil ji bo welidîna xwe di şert û mercên baş de bike, serî li Îdareya Koçberiyê ya Navendî da k nasnameya parastina demkî bigire. Li wir Esma Mayil teslîmê polîsan hatibû kirin û biribûn Qerekola Alsancakê. Hat ragîhandin wê Esma Mayil sewqê Navenda Vegerandinê ya Harmandali bikin.   Piştî mijar ket rojevê Esma Mayil di 4’ê Mijdarê de piştî kontrola nexweşxaneyê hat berdan.