Li Zanîngeha Bilkentê ji bo Rojîn Kabaîş çalakî 2025-11-06 15:25:37   ENQERE - Xwendekarên Zanîngeha Bilkentê ji bo ronîkirina mirina bi guman a Rojîn Kabaiş meşek li dar xistin û gotin, "Divê ATK ya Stenbolê raporek nû amade bike. DNA’ya ku li ser bedena Rojînê hatiye dîtin divê ji kê ye, were eşkerekirin."   Xwendekarên Zanîngeha Bilkentê li kampusa zanîngehê meşiyan û daxwaza ronîkirina mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş kirin. Xwendekaran pankartek bi nivîsa "Rojîn Kabaiş xwe nekuştiye, ATK dîmenên otopsiyê veneşêre" vekirin. Xwendekaran dirûşmên wekî "Rojîn Kabaiş serhildana me ye" û "Jin, Jîyan, Azadî" berz kirin.   Hêlîn Berçem Gonullu got:”Ger edalet ji bo Rojînê neyê bicîhanîn, em nikarin dilrehet bin.”   Daxuyanî bi banga ji bo 25’ê Mijdarê bi dawî bû.