Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket 2025-11-10 09:43:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 308’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Jin bajaran ji nû ve saz dikin” derket.    Hejmara 308’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Jin bajaran ji nû ve saz dikin” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de îlana bajarên jinan ên wekî Amed, Nisebîn, Cizîr, Artemêt û Geverê derxistiye manşeta xwe. Rojname li ser vê mijarê bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê û Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedalê re hevpeyvîn kiriye.    Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Mizgîn Ronak, Bihar Kobanê, Arslan Ozdemîr, Feratê Dengizî, Serdar Altan, Felemez Ulug, Ramazan Olçen, Cahîd Kirkazak, Xeyrî Welat Serhed, Ahmet Aktaş, War Botan, Mihemed Kurdî, Mehmet Şahîn, Kewê Redkan, Abdullah Ongullu Şêrwî, Rohat Bulut, Veysî Aydin û Mûsa Şanak bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.