Li Mûşê starta 25’ê Mijdarê 2025-11-11 18:00:25   MÛŞ – TJA’yê li Milazgîr a Mûşê starta 25’ê Mijdarê da.  Eda Guler ya TJA’yî balkişand ser rêxistinbûna komunal û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku bimeşin azadiyê, gotina xwe mezin bikin û têkoşîna hepvar xurt bikin.   Li navçeya Milazgîr a Mûşê Tevgera Jinên Azad (TJA),  stargeha 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi daxuyaniyekê da. Hewvşaredarên jin yê navçeyê, nûnerên saziyên siyasî û demokratîk, gelek jin tevli bûn. Eda Guler a TJA’yî di daxuyaniya li ber avahiya DEM Partî a Milazgîrê axivî û da zanîn ku bi hezaran salane nasnameya jinê bi tundiyê tê çewisandin û  got li hember destkeftiyên jinan êrîş hene û hedef tên girtin. Eda Guler balkişand ser qirkirina ekolojiyê û bi lêv kir ku têkoşîna jinê parastina herî xurt al dijî texrîbatan e.   Eda Guler li ser kevneşopiya rêxistinbûna komunal jî sekinî û got ev kevneşopî hîmê dîrokî ya jiyana azad û wekhev e û got: “Em bang li hemû jinan dikin 25’ê Mijdarê de hêviya aştiyê bê mezinikrin. Em bang li hemû jinan dikin ku bimeşin azadiyê, gotina xwe mezin bikin û têkoşîna hevpar xurt bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.