Bakurê Şêxmeqsûdê hat bombebarankirin 2026-01-06 11:47:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî hikumeta veguhêz bi droneke kamîkaze herêma Şiqêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê bombebaran kir. Di encamê de 2 bira birîndar bûn.   Komên girêdayî hikumeta veguhêz bi droneke kamîkaze herêma Şiqêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bombebaran kir. Di encamê de 2 bira; Mihemed Ridwan Îbrahîm û Rizgar Ridwan Îbrahîm birîndar bûn.   Birîndar rakirin Nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Eşrefiyê ya Helebê.