Êrîşên li hember Helebê li Hewlêrê hat protestokirin 2026-01-09 19:41:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe, gel êrişên li ser taxên Helebê yên komên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê protesto kirin û peyama yekîtiyê dan.   Li Hewlêr a Heêrma Kurdistana Federe, gel li dijî êrişên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê yên li ser taxên Helebê, çalakiyeke prostestoyê ya girseyî li dar xistin. Di çalakiyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û piştgiriya ji berxwedana dîrokî ya xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re hat nîşandan.   Di çalakiya welatiyên Hewlêrê de, bi sedan kes kom bûn û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd” hat berzkirin û piştgiriya ji bo berxwedana xelkê her du taxan hat ragihandin. Her wiha di çalakiyê de peyama yekîtiyê hat dayîn.