TJA: Têkoşîna meya li dijî DAIŞ-HTŞ’ê wê bidome 2026-01-11 17:08:05     AMED- TJA’yê li dijî li dijî êrîşên çeteyên girêdayê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li hember taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd yên Helebê  û teşhîrkirina bedena jinan daxuyanî dan û gotin: “Têkoşîna me ya li dijî çeteyên DAIŞ-HTŞ û dewlet û zîhniyetên ew derxistine holê wê bidome.”    Tevgera Jinen Azad (TJA) li dijî êrîşên çeteyên girêdayê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li hember taxên Şêxmeqsûd,Eşrefiye û Benî Zêd yên Helebê  û teşhîrkirina bedena jinan daxuyaniyek nivîskî dan.   Daxuuaniya TJA’yê wiha ye: “Êrîşên îro li dijî Rojava raste rast li dijî destkeftiyên jinan, civaka demokratîk a bi pêşengiya jinan hatiye avakirin û îdiaya jiyana azad e.  Li dijî cenazeya şervaneke jin a endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn pêkanîna dijmirovahî hatiye kirin.Ev hovîtî cara yekemîn nehatiye jiyîn. Li dijî van hovîtiya jin û gelên Rojava tu car netirsiyane û îradeya avakirina jiyan di her şertî de mezin kirine. Li dijî zîhniyeta HTŞ-SOM tu car gav navêtine û navêjin. Çeteyan li dijî îradeya berxwedana têk nûçeye li Şêx Meqsûd îşkence li bedena jinekê kiriye û sûcê mirovahiyê yê nû kiriye.”   ‘Têkoşîna me wê bidome’    TJA’yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Têkoşîna meya li dijî çeteyên DAIŞ-HTŞ û dewlet û zîhniyetên ew derxistine holê wê bidome. Hemû mîlîtarîz, nîjadperest û dewletên şovenîst wê li dijî berxwedana rêxistinkirî ya jinên Kurd winda bikin. Em ê jiyana azad a jinan a gelan û axa xwe biparêzin. Jin Jiyan azadî. Bijî berxwedana Rojava.”