Divê Tirkiye li Helebê rola açêker bilîze' 2026-01-12 12:40:48   AMED - Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê, li hember êrîşên li ser du taxên Helebê bertek nîşan da û diyar kir ku rêya aştiya mayînde li herêmê ne di bin zext û rêbazên leşkerî de, di diyalog û misogeriya qanûnî de ye û diyar kir ku divê Tirkiye jî roleke çêker bigire ser milên xwe.   Platforma Piştevanî û Parastina Bajar a Amedê li Baroya Amedê li dijî êrîşên çeteyên HTŞê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê civîneke çapemeniyê li dar xist. û êrîş şermezar kirin. Pêkhateyên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê tevli daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Platformê Yildiz Ok Orak metnê daxuyaniyê yê xwend.   ‘Berpirsiyariya mezin ya Komara Tirkiyeyê ye’   Hevberdevka Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê Yildiz Ok Orak anî ziman ku şerê navxweyî ku bi salan e ku li Sûriyê didome; bûye sedama êşên mezin ên mirovî, wêrankirinên berfireh û binpêkirinên giran ên mafê mirovan û wiha got: “Di demê herî dijwar ên pevçûnan de, Kurdan di şerê li dijî DAÎŞê û pêkhatiyên mîna wan ên radîkal de, di parastina gelê sivîl de roleke krîtîk lîstin.” Yildiz Ok Orak diyar kir ku êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê nikarin weke meseleyeke ewlehiyê bê dîtin û wiha domand: “Ev êriş di serî mafê jiyanê rê li ber binpêkirinên mafên mirovan vedike û rîska ku jinûve li gelemperiyê Sûriyeyê şer û pevçûnên kêm bûne, zêde bibin heye. Di agahî û dîmenên ku çapemeniyê bi rayagiştî re parvekirine de tê dîtin ku nexweşxane bi çekên giran hatine hedef girtin û mûameleyeke dermirovî li cenazeyên endamên asayîşa herêmî tê kirin. Ev yek binpêkirina hiqûqa şer e û pêkanînên ku bibin sedemê şer mezin bibin e.”   ‘Tu hewldanên ku statuya siyasî ya Kurdan tune dihesibînin nikarin aştiyekê pêk bînin’   Yildiz Ok Orak bi lêv kir ku berpirsiyariyeke dîrokî û stratejik dikeve ser milê Komara Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Divê Tirkiyeya ku têkiliyên wê yên leşkerî û dîplomatîk ên kûr bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re hene, ji bo bidawîkirina şerê li Helebê, ji bo îstîkrara herêmê rola Tirkiyeyê ya ‘navbeynkariyeke’ çêker girîng e. Divê meseleya Kurd ji çarçoveya teng a polîtîkayên leşkerî û ewlekariyê bê derxistin di bingeha mafên mirovan, demokrasiya herêmî û tevkariyeke siyasî ya hemûgir bê destgirtin. Têre nake ku civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên mafên mirovan tenê di çarçoveya alîkariya mirovî de nêzî geşedanên li Helebê bibin. Tu hewldanên çareseriyê yên ku statuya siyasal a Kurdan tune dihesibînin nikare aştiyekê pêk bînin.”   ‘Aştiya mayînde bi rêya diyalogê dê pêk were’   Yildiz Ok Orak diyar kir ku rêya aştiya mayînde ne di rêbazên zext û leşkerî re dikare bi rêya diyalog û garantîya hîqûqî pêk were. Yildiz Ok Orak axaftina xwe bi van daxwazan bi dawî kir: “Em dixwazin ku li Helebê zextên leşkerî û êrîşên li dijî kurdan bi lez û bez bên rawestandin, di avakirina Sûriyeya nû de; parastina nasname, ziman û hebûna çandî ya gelê Kurd, parastina hemû mafên neteweyî û demokratîk pêk were û em bang li civaka navdewletî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo parastina sivîlan û bidawîbûna êrişan roleke baş bilîze. Çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê ne bi şer û tundiyê bi parvekirineke adilane û hemwelatîbûna wekhev pêkan e. Em bang li hemû rayagiştî ya demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî êrişên li ser Kurdan zêde dibin bisekinin û ji bo Sûriyeyeke demokratîk ku mafê rewa yên gelê Kurd bê nasîn berpirsyariyê bigirin ser xwe.”   ‘Ev êrîşên bi hovane tên kirin em şermezar dikin’   Pişt re Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî axivî. Abdulkadîr Guleç diyar kir ku êrişên hêj berdewam dikin hem li dijî jiyana mirovan e û hem jî binpêkirina aşkere ya mafên mirovan e û wiha got: “Em vê êrişa hov a ku li dijî sîvîlan tê kirin bi tundî şermezar dikin. Li vir banga me ji bo Tirkiyeyê heye. Li Tirkiyeyê pêvajoyek di rojevê de ye ku tê de berpirsiyara Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin. Em daxwaz dikin ku Tirkiye li Rojava û li Sûriyeyê jî vê rolê bileyize û bibe alîkarê çareseriyê. Kurdên Rojava xwişk û birayên me ne.”   ‘Daxwaza Kurdan statuye’   Abdulkadîr Guleç anî ziman ku pirsgirêka Kurd li Rojava jî bi şer, bi pevçûn û bi kuştinê nayê çareserkirin; tenê bi rêbazên demokratîk û li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî dikare were çareserkirin û wiha bi lêv kir: “Daxwaza me û bangawaziya me ev e: Meseleya Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê jî heye. Kurdên Rojava dixwazin bi ziman, çand, dîrok û statuya xwe ya siyasî bi rûmet bijîn. Tirkiye jî wekî saziyên navneteweyî divê pêşiya vê daxwazê vebike. Bila şer were sekinandin, bila pevçûn werin rawestandin û aştiyek pêk were.”   Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.