Girtiyên Kirmaşanê piştgirî dan xwepêşandanan 2026-01-12 16:06:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên li girtîgeha Kirmaşanê ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Îranê, tê gotin li girtîgehê alozî derketiye asta herî jor.   Li gorî agahiyên ji Ajansa ANHA'yê  hatine girtin, bi rojane girtiyên li girtîgeha Dîzel Abadî ya li Kirmaşanê li dijî rejîma Îranê û ji bo piştgiriya xwepêşandanên gelên Îranê rabûne ser xwe. Tê gotin ku girtiyan deriyên girtîgehê şikandine û li girtîgehê alozî derketiye asta herî jor.   Heman çavkaniyan ragihand ku hêzên rejîmê dijî berxwedana girtiyan tundiyek zêde bi kar tînin û hejmarek zêde ya hêzên ewlekariyê li girtîgehê bi cih kirine. Tê gotin ku gelek malbatên girtiyan li dijî tundiya ser zarokên xwe, nerazîbûn nîşanî hêzên ewlekariyê dane.