Cîhan Kaplan: Tehdîda li dijî Şengal û Mexmûrê didome 2026-03-07 09:04:17   Derya Ren   RIHA - Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Cîhan Kaplan derbarê geşedanên li Mexmurê axivî û da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê jî her tim didomin û got: “Niha dewleta Tirk û desthilatdariya Iraqê tehdîdên êrîşan didomînin. Zîhniyeta li Rojava îro li Şengal û Mexmûrê tê pratîzekirin."   Bi geşedanên li Rojhilata Navîn tên jiyînê re li herêma Kurdistanê jî pevçûn zêde dibin. Daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û plana DYA-Israîlê ya li Rojhilata Navîn ji bo başûrê Kurdistanê tehdîdan ava dike. DAIŞ’iyên ji girtîgehên Sûriyeyê derketin jî sewqê girtîgehên Iraqê hat kirin û vê jî fikarên wê ev kom bi armancên cuda bên bikaranîn afirand!   Endama Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Cîhan Kaplan derbarê rewşa dawî de ji ajansa me re axivî.   Berxwedana Mexmûrê   Cîhan Kaplan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji gelê Mexmurê re hatibû şandin bibîr xist û got: “Ez şehîdên têkoşîn azadiyê bibîrtînim. Ji 1994’an heta niha bi tevgerê re me têkoşîn meşand. Ji 1994’an heta îro em jin, zarok û hemû gel di têkoşînê de cih digirin. Ji destpêkê heta îro em şopdarên berxwedanê ne. Bi berxwedana me ji şehîdan û pêşengan girt em heta îro hatin. Di rêwitiya 30 salî de em pir caran bi dijmin re hatin rû hev. Li dijî van êrîşan bi hişmendî û îradeya ku serokatiyê rêxistin kir em hatin vê astê. Bi taybet me jinan dest bi têkoşînê kir. Bi hişmendî û fikrên Rêber Apoû şehîdan em hatin vê astê.”   ‘Tu hêz nikare berxwedana jinan a li Mexmûrê bişkîne’   Cîhan Kaplan balkişand ser êrîşên DAIŞ’ê yên di 2014’an de li ser Mexmûrê û wiha domand: “Dixwazin wan pêkanînên dijmirovahî dîsa bixin jiyanê. Jinên Mexmûrê li dijî vê zîhniyetê xwe rêxistin dikin û bi fikrên Rêbertiyê nû dikin. Hîna jî jin li dijî êrîşan têdikoşin. Ji 2014’an heta îro rihê derket holê ji jinan re mîrateyek mezin hişt. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Mexmûrê jinan îradeyek xurt danîn holê. Tu hêz nikare berxwedana jinan a li Mexmûrê bişkîne. Me banga serokatiye bi coşek mezin pêşwazî kir.”   Bêdengiya hêzên navneteweyî   Cîhan Kaplan got êrîşên Tirkiyeyê ji 2014’an heta niha di serî de li ser Mexmûrê, Şengal, Başûr û Rojava didomin û wiha got: “Ev tehdîd ji roja me koç kiriye heta niha didomin. Tehdîdên êrîşê yên Tirkiye û desthilatdariya Iraqê didomin. Li dijî êrîşan em ê reng û îradeya xwe bi awayekî xurt di 8’ê Adarê de danîn holê. Em bi fikr û nêrînên Rêber Apo re bên gel hev û têkoşînê bibin qadên 8’ê Adarê. Bila 8’ê Adarê li hemû şervanên jin, jinên têkoşer û hemû jinan pîroz be.”