TJA'yê bertek nîşanî girtina Esra Işık da 2026-04-03 13:02:56   AMED - TJA'yê têkildarî girtina Esra Işik a ku li dijî desteserkirina daristana Akbelenê ji aliyê Limak Holding ve li ber xwe da, daxuyaniyek weşand û got, "Em şahid in ku Esra parêzvana jiyan, xweza û hebûna jinan e. Têkoşîna Esra, têkoşîna gelê Îkizkoy, têkoşîna me ye. Divê Esra tavilê were berdan."   Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî girtina Esra Işık a ku li dijî xespkirina daristanê ya ji aliyê Limak Holdingê ve li berxwe da daxuyanî da.    TJA'yê di daxuyaniya xwe de got:"Rizgarkirina xwezayê ya ji Cûdiyê heta Akbelenê têkoşîna me ya hevpar e. Wekî TJA'yê, em şahidên parastina Esrayê ya jiyan, xweza û hebûna jinan in. Têkoşîna Esrayê, têkoşîna gelê Ikizkoyê, têkoşîna me ye. Divê Esra tavilê were berdan."