Li Edeneyê mirina bi gûman 2026-04-05 19:53:15   EDENE- Li navçeya Tufanbeylî cenazeya jinekê di golê de hat dîtin.   Li navçeya Tufanegylî ya Edeneyê li Zozanên Kurebelî şivanan di golê de cenazeya jinekê dîtin û agahî dan cendermeyan.   Ekîbên sewqê herêmê hatin kirin tespîtkirin ku jina di temenê 30’î de li der bedena wê birînen alava birînê hene.   Cenazeya jina ku nasnameya wê nehat zanîn rakirin morga tipa Edlî ya Edeneyê.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.