Cahîde Tore hat binçavkirin 2026-04-17 11:50:44   COLEMÊRG - Rêvebera DEM Partê ya Geverê Cahîde Tore ku midûriyeta emniyetê ji bo îfadeyê bang lê kiribû, hate binçavkirin.   Ji rêveberên DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê Cahîde Tore ku Midûriyeta Emniyetê ya Geverê duh ji bo îfadeyê bang lê kiribû, hate binçavkirin.    Hat zanîn ku Cahîde Tore bi hinceta tevlibûna pîrozbahiya Cejna Newrozê ya 17’ê Adarê hatiye binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê temam bûn, sewqî Edliyeya Colemêrgê hate kirin.