Malbata Gulîstan Doku: Ev der bûye komara Tuncay Sonel 2026-04-18 21:02:10   DÊRSIM – Malbata Gulîstan Doku li ber edliyeyê di daxuyaniya ku dan de bertek nîşanê qetilkirina Gulîstan Doku dan û gotin: “Li vê derê komarek din hatiye avakirin. Li vê derê komara Tuncay Sonel hatiye avakirin.”   Di lêpirsîna dosyeya Gulîstan Doku de, kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel, Mustafa Sonel hat girtin. Piştre malbata Gulîstan Doku li ber edliyê daxuyanî da.   Dayika Gulîstan Doku, Bedriye Doku wiha vegot: “Li gor texmîna min cenazeyê keça min li holê nemaye. Hestiyên keça min dibe ku şewitandibin. Min xwest ku gorek keça min hebe. Baweriya me bi edaletê tê. Em dixwazin ev kujer cezayên herê giran bigirin.  Bila cezayê giran bigirin da ku jin, zarok û xwendekaran nikaribin careke din qetil bikin. Ev der bûye komara Tuncel Sonel.”   ‘Tuncay Sonel ev der vegûherandiye saltanatê’   Endamekî malbatê jî bertek nîşanê qetilkirina Gulîstan Doku da û ev tiştan anî ziman: “We qet şerm nekir? Hûn 6 salan çawa rûyê zarokên xwe nêrîn? Tuncay Sonel vê derê vegûherandiye saltanatê. Li vê derê komerek cuda avakiriye. Li vê derê komara Tuncay Sonel hatiye avakirin. Dema kurê te tiryakê bikar anî û keça me qetil kir we 6 salan hewl dan ku delîlan veşêrin. Tu çawa walî yî?”   ‘Ev gel dê hesabê ji te bipirse’   Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku jî destnîşan kir ku Tuncay Sonel hêza dewlete bikar aniye û hemû delîlan veşartiye û domand, “Di lêgerîna me ya edaletê ya 7 salan de gelek zehmetî derxistin. Dibêjin çawa be dê tiştek neyê serê min. Niha roj ew roj e. Ev gel dê hesabê ji te bipirse. Malbata Gulîstanê dê hesap bipirse. Edalet dê hesap bipirse."   Kesek din ya ji malbatê bertekê nîşan da û got: “Bila êdî tu Gulîstanên din neyên kuştun. Bila dayik negirîn.”   Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “kujer wê hesabê bidin” û “kujer Tuncay” hat berzkirin ve daxuyanî bi dawî bû.   Sekna malbatê ya li ber edliyê berdewam dike.