Komeleya Yaşamevî ya Jinan li her qadê li gel jinan e 2026-04-23 09:03:03   Gulîstan Gulmuş   RIHA - Komeleya Yaşamevî ya Jinan ku li taxên Sirrin û Maşuk bi 200 jinî re hat gel hev û piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk da, xebatên xwe berfireh dike.    Endamên komeleyê û hîndekarên wê wiha gotin: “Em her tim bi jinan re di têkiliyê de ne. Jinên nikarin xwe bigihînin me em xwe digihînin wan.”   Li bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê qetilkirina jinan her diçe zêde dibe û bi hezaran jin rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk tê. Gumanbar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên parastin. Lê jin li dijî vê bêdeng namînin û xwe rêxistin dikin. Komeleya Yaşamevî ya Jinan yek ji rêxistinên jinan ku jinan di bin sîwaneya xwe de tîne gel hev e.   Komeleya Yaşamevî ya Jinan têkoşîna xwe ya 22 salan didomîne. Komele ji roja hatiye avakirin heta niha ne tenê dest dide jiyana jina, ne tenê qadeke pitşevaniyê heman demê de ji bo jin jiyana xwe  ji nûve ava bikin jî qada azadiyê diafirîne.   Endamên komeleyê û hîndekarên wê der barê xebat û projeyên komeleyê de axivîn.   ‘Em piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk didin jinan’   Endama komeleyê Sema Koroglu da zanîn ku komele di 2003’yan de bi hatina gel hev a komek jin hatiye avakirin û di 2004’an jî bi awayekî fermî hatiye vekirin. Sema Koroglu wiha got: “Komeleya me bi piştevaniya jinan hat avkairin. Komeleya me piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk dide jinan. Parêzer û psîkologên dildar bi hevkarî dikin. Komeleya me her diçe pêş dikeve.  Em jî heman demê de pêkhateyên gelek platformane. Ji bo jinan qursên me hene û hemû bê pere ne. Em dixwazin piştgiriya hiqûqî bidin jinan. Deriyê me ji jinan re vekiriye.”   ‘Em hewl didin hewcedariyên jinan peyda bikin’   Berfîn Gokkan Baran ku bi dildarî parêzeriya komeleyê dike jî wiha anî ziman: “Ez ji bo jinên rastî tundiyê tên li komeleyê dixebitim. Tundiya li ser jinan zêde bûye. Em hewcedariyên jinan yên li taxan li ber çavan digirin. Li dijî prisgirêkan em ligel jinan cih digirin. Xebatên komeleyê di alî hiqûqî û psîkolojîk de ye. Em bi STK, şaredarî û saziyên din re di têkiliyê de ne.”   Perwerdehiya erbaneyê   Mamosteya muzîkê Seher Aydin ku dersa erbaneyê dide wiha got: “Ligel dersa ez didim, em bi jinan re demên xweş derbas dikin. Em dixwazin bi erbaneyan konseran bidin. Bi jinan re muzîk kirin gelek xweşe. Di vê pêvajoya ku jin evqas tên xistin de, ev xebatên wisa gelek girîngin. Kurs û bernameyên vir bê pere ne. Ji bo jinan derfetek mezin.e Em wisa bidomînin em ê berhema wê bigirin. Jin li vir xwe rehet hîs dikin. Divê jin bêdeng nemînin.”   ‘Ev der ji bo jinan derfet e’   Heyecan Seydan jî  ku di qada berhemên keda destan de bi jinan re tê gel hev jî wiha bi lêv kir: “Jin li vir tenê tiştan fêr nabin, heman demê de torên piştevaniyê mezin dikin. Ev komeleyeke ne nûye 22 sale heye. Niha wê salvgera wê bê. Em li vir ji bo wê dixebitin. Ez mamosteya hûnera destan im. Ez bi dildarî têm vir. Armanca me piştgiriya ji bo jinane. Ev der piştgiriyek mezin dide jina. Başe ku ev komele heye.”   ‘Em xwe digihînin jinan’   Fazîlet Taştan ya bi dildarî parêzeriya komeleyê dike jî wiha got: “Komeleya Yaşamevî ya Jinan di alî xwegîhandina mekanîzmayên edalet û psîkososyal de piştgiriye mezin dide jinan. Li herêma Sirrin û Maşuk bi 200 jinî re têkilî hat dayîn û xebata qadê hat meşandin. Piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk hatiye dayîn. Hefteyê du rojan terapiyên psîkolojîk bê pere ne. Heman demê de serlêdanên hiqûqî tên kirin. Em raporên der barê xebatan jî derdixin. Pêvajoya pêş de em ê raporan parve bikin. hedefa me mezinkirina pitşevaniya jinê ye. Em têkoşîna xwe didomînin.”