Encamnameya Konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hat eşkerekirin 2026-04-27 11:10:51   AMED - Di encamnameya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk de wiha hat gotin: "Heke gelê me îro îradeyek xurt ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd nîşan dabe, tekane bersiva ku partî û komên siyasî dikarin bidin ev e ku gavên ji bo vê yekîtiyê  bavêjin, bi helwestek hevpar bi hev re bixebitin û berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî."   Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk duh li Amedê bi sernavê “Kurdên Bakur yekitiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” konferansek li dar xist. Encamnameya konferansê li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Amedê hat aşkerakirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Encamname bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî hat xwendin.    Di encamnameyê de wiha hat gotin:    "Îro, piştî sed salekê, desthilatdar û hêzên hegemonîk dixwazin ji nû ve teşe bidin erdnîgariya Rojhilata Navîn. Di vê qonaxa dîrokî de ku rewşa hêzên li Rojhilata Navîn diguhere û sînor ji nû ve têne xêzkirin, ji bo Kurdan pir girîng e ku bi yekîtîya neteweyî tevbigerin. Tenê bi hatina cem hev Kurd dikarin di vê qonaxa krîtîk de mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên heyî jî biparêzin.   Tê zanîn ku qelsî û nakokiyên navbera hêz û rejîmên herêmî, rê li pêşiya van hêzên derve vedikin û bandorên neyînî li tevahiya herêmê û bi taybetî jî pêşeroja gelê Kurd dikin. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê hem fersendên dîrokî hene û hem jî ji ber nebûna yekîtî û parçebûna hêzên Kurd xetereyên  mezin. Yek ji rêyên herî girîng ji bo serkeftina gelê Kurd di têkoşîna xwe ya bi sedsalan a ji bo hebûn û azadiyê de, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Gelê me jî di demên krîtîk de her gav pêwîstî bi yekîtiya neteweyî dîtiye û dizane ku serkeftin tenê bi dersên ji rabirdûyê hatine girtin û bi yekîtîyê dikare were bidestxistin.    Kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd   Yekîtiya neteweyî ya Kurd ne ku îro, her tim di rojeva kesayet û rêberên Kurdan de cih girtiye. Dema ku em li sedsala borî dinêrin, destpêşxeriya yekîtiya neteweyî ya hevbeş a hêzên Bakur, bi saya hewldanên Mam Celalê nemir, bû sedema ragihandina giştî ya protokolekê li Şamê ku bi navê 'Protokola 1993' tê zanîn, di nav Kurdan de hêviyek mezin çêkir. Her çend ji wê rojê ve gelek hewldan hebin jî, heta niha ew yekîtî  li gorî daxwaza Kurdan neçûye serî. Dîsa, hewldanên Birêz Öcalan ên li ser vê mijarê ji destpêka salên 2000an heta vê serdema dawî jî berdewam in. Dema ku di sala 2013'yan de Birêz Abdullah Ocalan daxwaz û bangewazî kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe,  Birêz Mesûd Barzanî bi destnişana xwe li ser navê her sê rêberên Kurdan (Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan, Mam Celalê nemir), hemû hêzên ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin Hewlêrê. Bi xebatên wê kombûnê, Kurd  gelekî nêzîkî yekîtîya neteweyî bûn. Lê belê, ji ber destwerdana hêzên derve, dîsa yekîtîya neteweyî nekarî ava bibe.   Yek e, Yek e, Yek e, Gelê Kurd Yek e   Dîrokê nîşanî me daye ku qirkirin jî di nav de polîtîkayên serdestan herî zêde gava ku di navbera Kurdan de perçebûn û dabeşbûn hebûye, derketiye pêş. Vê parçebûnê her tim rê daye wan ku bi hêsanî polîtîka û komployên xwe yên li dijî Kurdan bicîh bînin. Berovajî wê jî hatina ba hev a Kurdan, rê li pêşiya xetereyên mezin girtiye. Dema ku çeteyên DAIŞê êrîşî gelê me li Rojava, bi taybetî li Kobanî kirin, yekîtiya hêzên Kurd di parastina axa Kurdistanê de wekî mertalek pola şer kir. Dîsa di bûyerên dawî de jî helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojava de bi dirûşmeya "Yek e, Yek e, Yek e, Gelê Kurd Yek e" hemû sînorên çêkirî yên li ser axa xwe ji holê rakirin û hebûna xwe nîşanî hemû cihanê dan. Vê helwestê îspat kir ku yekîtîya neteweyî dikare bibe tekane garantîya pûçkirina planên dagirkeran. Mînakên ku hatine jiyîn jî nişan dane ku ger hêz dibin yek, hemû hevsengî li gor berjewendiya wan diguhere. Li ser vê bingehê lihevkirin, çêkirina stratejiyeke hevpar û pêşxistina bernameyeke neteweyî ya demokratîk dê berjewendiyên gelê me biparêze.    Me jî wek Kurdên Bakûr ev Konferansa xwe bi beşdariya partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, akademisyen, kesayetên serbixwe û rûspiyên civakê,  di salvegera "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî" a partiyên Kurdên Sûriyeyê de, ku di 26'ê Nîsana 2025'an de li Qamîşlîyê hatibû lidarxistin, pêk anî. Biryarên ku di wê konferansê de hatine girtin û çalakiyên hevbeş ên hêzên Kurdî di sala borî de, divê ji bo hemû partîyên sîyasî yên li seranserê Kurdistanê bibin emsal.   Şikestina hêviyên civakê   Li ser vê esasê beşdarên konferansa me ya bi navê “Kurdên Bakûr Yekîtiya Xwe Ya Neteweyî Nîqaş Dikin”diyar kirin ku pêvajoya aştî  û civaka demokratik a ku ev salekî zêdetir e li Tirkiyeyê didome, êdî veguhere qonaxeke yasayî. Ji ber ku pêvajo yekalî û sist didome û tu gavên ber biçav nayên avêtin, ev jî dibe sedema şikestina hêviyên civakê. Ji bo ku pêvajo li gor hêviyên civakê û bi serkeftî bigihîje armanca xwe, divê dewlet nasname û hemû mafên Kurdan ên neteweyî di zagona bingehîn de teqez bike. Herwiha, divê li gorî qanûnên heyî tevbigere, girtiyên siyasî serbest berde û tavilê qanûnên pêwîst ji bo mafê hêviyê û darizandinên siyasî derxîne.   Helwesteke hevpar   Dîsa şerê li Îranê ji bo Kurdan û gelên din ên li wir derfetên girîng dihewîne da ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Konferansa me helwesta şeş partiyên Kurdî yên li Rojhilat a ji bo avakirina eniyeke hevpar bi dilxweşî pêşwazî dike û diyar dike ku divê ev yek ji aliyê tevahiya cîhanê ve wekî maf û xwesteke xwezayî û mirovî ya gelê me yê li wir were naskirin.    Beşdarên konferansa me li ser rewşa dawî xebat, daxwaz û daxuyaniyên hemû kom, rêxistin û aliyên siyasî yên cuda ku di derbarê yekîtiya neteweyî de tên kirin, girîng dibine. Heke gelê me îro îradeyek xurt ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd nîşan dabe, tekane bersiva ku partî û komên siyasî dikarin bidin ev e ku gavên ji bo vê yekîtiyê  bavêjin, bi helwestek hevpar bi hev re bixebitin û berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî.