Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin 2026-05-02 11:30:50   AMED - Bi minasebta 15’ê Gulanê di deklerasyona ku hat eşkerekirin de, daxwaza statuya zimanê Kurdî hat kirin û dubera daza ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê hat kirin bûna zimanê perwerdehiyê hat dubarekirin; banga bidawîanîna zext û zordariya li ser ziman hat kirin.   Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Zikmakî li Parka Ekîn Ceren a navçeya Peyas a Amedê bi dirûşma “Statûya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” deklerasyon hat eşkerekirin. Gelek sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî beşadarî eşkerekirina deklerasyonê bûn.   ‘Heta azadiya zimanê kurdî pêk neyê em bi ser nakevin’   Di destpêkê de Hevberdevkê Lijneya Çand û Hûnerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar axivî û got ku li dijî zimanê Kurdî êrîş bê navber didomin û ziman dibin dorpêçê de ye û domand, “Abdullah Ocalan pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk daye destpêkirin. Rêber Abdullah Ocalan di hêla zimanê kurdî de hesasiya xwe diparêze. Gelek di axaftinên xwe de gotiye ziman mayîn û nemane, wek nan û av girîng e. Ev pêvajoya ku tê meşandin heta ku azadiya zimanê Kurdî pêk neyê dê bi ser nekeve. Neteweyê Kurd û statûya Kurdî û perwerdehiya kurdî em dixwazin. Di qanûnan de astengiyên tên derxisitn divê ji holê bên rakirin. Divê em li dora zimanê Kurdî bibin yek û têkoşîna xwe bimeşînin. Em bang li hemû kesan dikin ku her yek ji me divê bibe têkoşerek zimanê Kurdî.”   Piştre daxuyaniya kirmanckî ji hêla endama Egîtîm Senê Semra Bîrtane Ozdemîr ve hat xwendin.   Deklerasyon wiha ye:   “Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê kurdî jî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya kurd û hemû mirovahiyê ye.   Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin; zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.   Bêguman em kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê. Jiyaneke bêkurdî ji bo me kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.   Xwedîkeretina li çandê pêwistiyek e   Rêber  Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin.Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî. Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’   Banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt kirin. Em careke din dibêjin  em heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û diyar dikin mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û  zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê Rêber Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê kurdî rasterast têkildarî hev in.   Em ê têkoşînê mezin bikin   Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên kurd û demokratik bi diruşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleya  nû ya ku  sala borî ji bo têkoşîna  zimanê kurdî hatibû dest pê kirin, didome.   Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4’ê gulanê heta 1’ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê kurdî, hînkirina alfebeya kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.   Werin em li dora zimanê Kurdî yekitiya xwe ava bikin   Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.   Bi van hest û ramanan em 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di şexsê pêşengên zimanê kurdî yên nemir  Sêvê Demîr û Denîz Bulbun  de diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê kurdî dikin. 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!”   Çalakî bi dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe”, “Bijî Zimanê Kurdî” û “Bêyî kurdî jiyan nabe”bi dawî bû.