Nergîs Mohammadî rakirin nexweşxaneyê 2026-05-02 13:56:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana girtî Nergîs Mohammadî piştî ku du caran di girtîgeha Zencanê de ji ser hişê xwe çû, krîza dil derbas kir.   Li gorî Weqfa Nergîs Mohamadî, çalakvan Nergîs Mohammadî piştî ku du caran ji ser hişê xwe çû krîza dil derbas kir, wê rakirin beşa lezgîn a Weqfa Nergîs Mohammadî çalakvana ku li Zindana Zanjanê girtî ye, eşkere kir ku piştî du caran di hundirê Zindana Zanjanê de ji ser hişê xwe çûye, krîza dil derbas kiriye.   Parêzerê wê Mostafa Nîlî, bi riya platforma X diyar kir ku muwekîla wî 30’yê Nîsanê roja Pêncşemê ji ser hişê xwe çûye û wê rakirine nexweşxaneyê beşa lezgîn.   Mostafa Nîlî rave kir ku di rojên dawî de tansiyona wê bilind bûye singê wê êşiyaye. Her wiha destnîşan kir ku rewşa wê paşê xirabtir bûye û ev yek bûye sedem ku norolog wê li girtîgehê muayene bike.   Berê jî malbata Nergîs Muhammadî hişyarî li ser xirabûna tenduristiya wê kiribû, îdia kiribû ku rayedarên Îranê tevî raporên bijîşkî yên fermî ku hewcedariya wê ya krîtîk ji bo lênêrînê piştrast dikin, dermankirina wê red dikin.   Ev pêşketin di demeke ku rexneyên navneteweyî yên li ser tomarên mafên mirovan ên Îranê, bi taybetî der barê dermankirina girtiyên siyasî û bêparkirina wan ji lênihêrîna bijîşkî ya pêwîst de, zêde dibin