Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê dest pê kir 2026-05-02 15:35:07   AMED - Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2’emîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunera Amedê bi dirûşma xuyakirina keda jinê, piştgirî û têkoşîna hevpar dest pê kir. Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser girîngiya veguhastina civakî ya ku jin di her qada jiyanê de bêtir birêxistinkirî û xuyayî bin.   Hevdîtina ku bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin û bi beşdariya şaredariyên navçeyan, saziyên jinan, rêxistinên civakî û kooperatîfan hat amadekirin, dest pê kir.   Ji bo hevdîtina ku li Meydana Deriyê Çiyê pêk hat, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyan, rêxistinên jinan, sendîka, kooperatîf û gelek jin beşdar bûn.   ‘Berhemên jinan û li cem hev bûna wan bi wate ye’   Hevşaredar Bucak di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya xuyakirina keda jinê û mezinkirina piştgiriya jinan. Bucak diyar kir ku jin bi ked, huner û piştgiriya xwe hatine cem hev û got ku ev çalakî hevdîtineke girîng e ku têkoşîna jinan xurt dike. Bucak di axaftina xwe de wiha got:   "Ez ji dil spasiya hemû saziyên me yên ku navendên têkoşîna li dijî şîdeta ser jinê û piştgiriyê ava kirine, hemû strukturên jinan, sendîkayan, rêxistinên jinan ên kedê û kooperatîfên vî bajarî dikim. Spas ji bo hemû endam û xebatkarên kooperatîfan ên ku jinên hilberîner tînin cem hev û keda wan bi wate dikin. Destên we hemûyan sax bin. Baş e ku hûn hene, baş e ku em li vir in."   ‘Jinan bi piştgiriyê hêza hilberînê careke din dît’     Bucak diyar kir ku ezmûnên piştgirî û hilberîna hevpar a jinan her sal mezin dibe û got ku hevdîtina sala par ji bo jinan ezmûneke girîng ava kiriye. Bucak anî ziman ku her ku jin tên cem hev di qadên hilberînê de xurtir dibin û wiha axivî:   "Jinan careke din fêm kir ku hilberîn tiştekî çiqas xweş e û bi piştgiriyê hilberîn çiqas bi wate ye. Dibe ku îsal em hevdîtinê du rojan çêdikin, lê em dizanin ku dê bi qasî sê rojan qerebalêx û bi eleqe derbas bibe. Ji niha ve du rojên xweş ji bo we hemûyan dixwazim. Ez dixwazim ji bo pêvajoya bê, ji bo me hemûyan nexşerêyeke nû pêşkêş bike."   ‘Em dixwazin ber bi pêvajoyeke ku jin tê de hene ve biçin’   Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku keda jinê di dîrokê de her tim hatiye veşartin û mêjandin, loma divê jin di her qada jiyanê de bi hêztir û birêxistinkirî cih bigirin. Bucak destnîşan kir ku keda nav malê piranî bê berdêl dimîne û wiha got:   "Keda me ya ku ji nav malê dest pê dike; bi xwedîkirina zarokan, lênêrîna malê, xwedîkirina nexweşan em rû bi rû ne. Mixabin ev ked tu carî nayê dîtin û nayê ewlekirin. Lê em dixwazin vê rastiyê biguherînin û hêviya xwe mezin bikin. Em dixwazin li şûna vê, rastiya jinê; hêza jinê ya bi hilberînê, bi rêxistinbûnê û bi hişmendiya zayendî deynin. Em dixwazin ber bi pêvajoyeke ku jin di qadên giştî, kar û siyasî de hene ve biçin."   Bucak ji bo bernameya konsera êvarê jî bang kir û got: "Em êvarê jî dixwazin bi govend û stranên xwe li vir bin. Baş e ku jin hene, baş e ku piştgiriya jinan heye. Amed bibe bajarê jinan û li herêmê qadên ku jin lê tên cem hev mezin bibin, ji bo me pir bi qîmet e."   ‘Hevdîtina jinan beşdariyê li veguhastina civakî dike’   Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer jî diyar kir ku ji ber cara duyemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunera Amedê çêdibe, ew pir bi kelecan in. Sumer wiha axivî:   "Di vê hevdîtina ku dê du rojan bidome de; midûriyetên jinan, navendên jiyanê, navendên şêwirînê, kooperatîfên jinan û sendîka dê xebat û berhemên xwe yên salekê parve bikin. Ev hevdîtin qadên girîng in ku keda jinê lê tê xuyakirin û hilberîna hevpar lê xurt dibe. Hêza jinan a bi piştgiriyê, di her qada jiyanê de guhertin û veguhastinê bi xwe re tîne."   Hevşaredar Bucak li stantan geriya   Piştî axaftinên destpêkê, Hevşaredar Bucak bi jinan re govend gerand, piştre li stantan geriya û bi jinan re sohbet kir. Bucak berhemên kedê lîkolîn kirin û ji bo keda wan spasiya jinan kir.