Rêxistinbûna komunal û Şerta Rêveberiya Herêmî çawa tê gel hev(1) 2026-05-04 09:05:01   Melek Avci   ENQERE - Rêxistibûna herêmî û komunal ya di perspektîfa civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dertê pêş, bi Şerta Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ku tevî Tirkiye jî alîgirê wê ye, digihêjin hev.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfetsoya Civaka Demokratîk de di beşên ‘Di civaka dîrokî de dewlet û komun’ û ‘modernîteya demokrtîk’ de  li dijî dewletê wek alternatîf feraseteke komunal, herêmî û rêxistibûnê danî holê. Bi tayabet li ser rêxistibûna civakî ya ji herêmî  yanî xwe bixwe rêxistinkirina gel û avakirinê disekine.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civakê wek ‘xwe bi xwe ava dike, hildiweşîne û ava dike’ pênase dike û diyar dike ku pêvajoyên rêveberî û biryargirtinê divê aydê kirdeya civakî be. Ev nêzîkatî li dijî modela dewleta navendîperest ya klasîk, xeta rola aktîf a civaka komun diaparêze. Bi vê modelê re ev salek û nîve ‘Pêvajoya civaka demokratîk komunal’ pêvajoya ji nûve avakirinê tê esas girtin.Li şûna alavên delwetê yên rêxistibûnên siyasî, rêxistinên herêmî û tevliker dertê pêş.   Ev pergala alternatîf ya wek formula aştiyeke mayînde û demorkatîkbûnê tê pêşkêşkirin;Entegrasyon, gavên hiqûqî û siyasî yên ku desthilatdarî divê bavêje tê nîqaşkirin. Şerta Xwseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ku Tirkiyeyê jî îmze avêtiye, divê bê berfihrekirin û bi formulekirina bingeha Tirkiyeyê dikare bikeve jiyanê. Rêberê Gelê Kurd xurtkirina civakê, esasgirtina rêxistinên herêmî û komunal, tevlibûna demokratîk ji bo jiyanek nû esas dibîne. Ev nêzîkatî, çarçoveyeke teorîk ya bi rêgezên ‘rêveberiya di cih de’ û ‘tevliker’ ya ku Şerta Xweseriya Rêveberiyên Xweser a Ewropayê diparêze, datîne holê, wek alternatîf jî datîne holê.   Çarçoveya ku rêgezên esas yên herêmê datîne holê   Şerta Xweseriya Rêveberiyên Xweser a Ewropayê yek ji belgeya girîng ku berpirsyarî û rayeyên rêveberiyên herêmî dike bin ewlehiyê ye. Ev metna ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye amadekirin û di 1985’an de hatiye qebûlkirin, asta şaredarî û îdareyên herêmî yên li dijî rêveberiya navendî datîne holê. Armanca esas a vê şertî rêveberiyên herêmî di qadên peywira xwe de serbixwe tevbigerin û pêşiya xizmeta tê kirin vebikin. Di belgeyê de tê diyarkirin ku şaredarî û meclîsên herêmî di pêvajoyên biryarê de bibin îrade, ji aliyê kesên hatine hilbijartin ve bê birêvebirin û xwedî çavkaniyên aborî yên têr bin.   Tirkiye jî alîgir e lê çawa?   Tirkiye yek ji welatên ku îmze avêtiye şertê û welatê alîgir e. Di 1988’an de şert hat îmzekirin û di 1992’an de ket meriyetê. Lê Tirkiyeyê di sernavên serbixwebûna îdarî û xweseriya borî ya herêman de hinek hukm anîn û şert bi sînor kir.   Piranî hukmên şert pêk nayên   Dema xalên ku Tirkiyeyê sînorkirin anînê, tên lêklînkirin, tê dîtin ku ji tevlibûna pêvajoyên biryarê ya rêveberiyên herêmî heta bikaranîna çavkaniyên aborî, het amafên hevkariya navneteweyî hatine sînorkirin. Li gorî vê îdareya navendîn ku dema di mijarên rêveberiyên herêmî eleqeder dike de divê pê bi şêwire (xal 4\6) sînor kir, rayeya ku divê şaredarî rêxistibûnên xwe yên îdarî bixwe bike jî (xal 6\1) bi tevahî qebûl nekir.   Her wiha ewlehiyên icvakî û aborî yên ji bo peywirdarên herêmî (xal 7/3),  rêgeza kontrola îdarî tenê bi hiqûqê pêkane (xal 8/3) û çavkaniyên aborî yên rêveberiyên herêmî bi peywiran esas e (xal 9/4) hatin sînorkirin.   Butçeya navend didin bi îradeya herêmî nayê bikaranîn   Di belavkirina çavkaniyên li rêveberiyên herêmî(xal 9\6) û tasîskirina ferz a projeyan a bi van çavkaniyan tê diyarkirin(xal9\7) ji aliyê Tirkiyeyê ve bi sînor tê bikaranîn. Her wiha mafê avkairina yekitiyê ya navbera rêveberiyên herêmî (xal 10/2)  û tevlibûna torên navneteweyî û pêşxistina hevkariyan a di asta navneteweyî de (xal 10/3)  hat tengkirin.   Di tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkan sînorkirin   Tevî ku Tirkiye alîgirê şert e, xalên herî krîtîk yên peymanê sînor kiriye û ev jî qadên raye û bandora rêveberiyên herêmî dixitimîne. Serbixwebûna rêveberiyên herêmî ya li dijî îdareya navendî bi awayekî mezin hatiye sînorkirin. Di tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkan de zor û zehmetî tên afirandin. Bi sînorkriina van xalan, navend ewil esas tê girtin. Kapasîteya xizmetên rêveberiyên herêmî tên qelskirin.   Demokrasiya herêmî xurt nabe   Heman demê de zemîneke ku zexta burokratîk zêde dike jî diafirîne. Ev pêşî li xurtbûna demokrasiya herêmî digire.  Daxwaza gotinê ya gelê herêmî jî qels dike.