Kovara Jinê bi sernavê “Jin, Ziman û Berxwedan” derket 2026-05-10 10:18:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê ya ku heftane derdikeve vê hefteyê cîh daye pêywendiya navbera ziman û jinê de.   Kovara Jinê di hejmara xwe ya 167’an de, balê dikşîne li ser têkiliya di navbera zimanê Kurdî, nasname û berxwedanê de. Her wiha bal biriye ser cihê jinan a di ziman, wêje û çanda devkî de û berçavgirtina Kurdî ya wekî hebûn û bîra neteweyekî.   Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:   *Cinî, Cuye, Ziwan / Cemile Turhalli   *Zimanê Kurdî Stûna Berxwedanê ye / Roza Metîna   *Ziwan Estbiyayena Milet a / Feride Akturan   *Di Wêjeya Devkî ya Kurdî de Jin: Jin Bîra Veşartî ya Wêjeya Devkî Ne / Devrîm Demir   *Helwestek li dijî Wêjeya Zilamî: Leyla Erbil / Didem Yilmaz