'Ji bo parastina zarokan qanûn divê' 2026-05-13 09:06:37   Oznûr Deger    WAN - Civaknas Asli Taşdemîr Ozkan derbarê êrîşên li hember dibistanan de got: "Pirsa divê bê pirsîn; zarok çawa xwe digihînin çekan. Zarokê 14 salî çawa dikare xwe bigihîne çekê?" Asli Taşdemîr Ozkan da zanîn ku ya girîn divê di qanûnan de sererastkirin hebin.   Tundiya ku bi êrîşên li hember dibistanan  dîsa derket holê, derket holê ku civak polîtîkayên neyînî tê bi rêvebirin. Li dijî vê saziyên demokratîk bang li dewletê dikin ku demildest plana çalakiya lezgîn bikeve dewrê û pêşî li tundiyê bê girtin.   Di 20 salên dawî de li pergala perwerdehiyê de guherînên hatin kirin, xwendekar bi hev re kirin pêşbirkê, xistin reqabetê û xwendekar wek hêza erzan a kar hatin xebitandin. Bi van guherînan re pirsgirêkên derketin holê, wek tundî tên dîtin. Li Sêwreg a Rihayê û li Mereşê di êrîşên li hember dibsitanan de gelek kes hatin qetilkirin û birîndar bûn.   Civaknas Asli Taşdemîr Ozkan der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   ‘Sedem rizandina civakiye’   Asli Taşdemîr Ozkan daxuyakirin ku bûyerên tên jiyîn ne şexsî ne û girêdayê civakî ne û wiha got: “Dibistan rewşa mîkro a civakê ne. Tiştên li welat tên jiyîn erênî an jî kêm bandor li ser zarokan dike. Sedema ji rêderketina zarokan rizandina civakê ye. Sedem ev e ku mekanîzma peywira xwe naynin cih. Ji bo zarokan jî hiyerarşî ava bûye. Li dibistanan yên populer, yen dewlemend ne dewlemend, ên xizan, ên xurt û qels ji hev vediqetin. Ev bandora li ser zarokan nîşan dide. Zarok ji çapemeniyê pir bi bandor dibin. Ji bernameyên televîzyonan bandor dibin.”   ‘Şaşiyên ku malbat dikin’   Asli Taşdemîr Ozkan sedema êrîşên hatine jiyîn wek zafiyeta ewlehiyê ya cidî ya li dibistanan nirxand û got: “Dewlet jî vê qebûl dike. Lê ev bi tena serê xwe ne sedeme. Ji bo jiyanek bi ewle tenê girtina tedbîrên ewlehiyê nînin. Divê zarok ji biçûkatî de bên gîhandin. Zarok ji lîstikên sanal bandor dibin û dikarin li her derê komkujiyan bikin. Ne tenê li dibistanan li derve jî dikarin bikin. Divê sedema ku zarok çima tên vê rewşê bên lêkolînkirin. Zarok beriya dibistanê ji malbatê perwerdê dibînin. Bandora dê û bav çiye? Gelo şaşî û rastiyê nîşanê zarokan didin, bi zarokan re eleqeder dibin? An jî zarokan bi çapemeniya civakî re tenê tê hiştin? Ev mijarê girîng in. Malbat di vê mijarê de dikevin şaşiyan.”   ‘Di civaka riziyayî de zarok nayên gel hev’   Asli Taşdemîr Ozkan destnîşan kir ku zarok hepsê ser kompîtûrê tên kirin û ji civakê tên dûrxistin û wiha pê de çû: “Rizandin ji vir detspê dike. Di civaka rizyayî de zarok nayên gel hev, lîstikên wan tune ne. Lîstika wan di sanalê de ne. Bi hev re axaftin tuneye. Têkilî tuneye. 10-15 sal berê înternet evqas ne pêşketibû û zarok heta êvarê li derve dilîstin. Vê jî bandorek neyînî li wan dikir.”   Asli Taşdemîr Ozkan di berdewamiyê de wih agot: “Pirsa divê bê pirsîn; zarok çawa xwe digihînin çekan. Zarokê 14 salî çawa dikare xwe bigihîne çekê?Malbat peywirdarê ewlehiyê ye lê hîna nikare zarokê xwe biparêze. Yên nikarin zarokên xwe biparêzin yê me wê çawa biparêzin. Em li welatekî wisa em ê ji kê ewlehiyê dixwazin."   ‘Polîtîkayên perwerdê qels in’   Asli Taşdemîr Ozlan daxuyakirin ku polîtîkayên dewletê jî qels in û wiha dirêjî dayê: “Wezareteke perwerdehiyê ya naveroka wê hatiye valakirin heye.  Dersên fen, matematîkê kêm kirine û piranî dersên olî tên dayîn. Tundiya li dibistanan ne nû ye. Tundiya gotin, psîkolojîk û fîzîkî her tim hebû. Lê nedihatin dîtin."    ‘Li Tirkiyeyê 36 mîlyon çekên bê ruhsat hene’   Asli Taşdemîr Ozkan di berdewamiyê de destnîşan kir ku li dibistanan rehberî dikare wek mekanîzma kontrolê bikeve jiyanê û divê li her dibistanê civaknas hebin û ev bi malbatan re di hevkariyê de bin.    Asli Taşdemîr Ozkan wiha dawî lê anî: “Li Tirkiyeyê 36 mîlyon çekên bê rûhsat, 6 mîlyon jî bi rûhsat hene. Jin û zarok bi rehetî tên qetilkirin. Evqas çek ji ku hatine, mirov çawa xwe digihînê nê? Peywirdarê parastinê yên nikarin zarokên xwe biparêzin, ê min jî nikare biparêze. Ya girîn divê di qanûnan de sererastkirin hebin.”