Ekîn Ceren hate bibîranîn 2026-05-31 15:27:00   ENQERE - Ekîn Ceren bi merasîmekî li ser gora xwe hate bibîranîn. Di merasîmê de hate gotin: “Em ê bîranînên wê jîn bikin, dê di têkoşîna me de bijî.”   Ekîn Ceren Dogruak (Amara) cangoriya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), di 21'emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya Goristana Karşiyakayê  ya  Enqereyê de hat  bibîranîn. Endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û malbata Ekîn Ceren tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên aştî û demokrasiyê dest pê kir.   Piştî rêzgirtinê Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Fatîn Kanat axivî.   Fatîn Kanat diyar kir ku ew şehîdên azadiya gelê Kurd  û sosyalîzme ne û wiha got: “Hêviya wê yê şoreşgerî û azadiyê dema di lîse de bû dest pê kir. Fikra wê ya ev bû, hetan azadiya gelê Kurd pêk neyê şoreşa li van herêman jî şoreş pêk nayê. Ji ber vê tevlî refên gerîlayê bû.”   Bavê  Ekîn Ceren Nusret Dogruak jî hemû rêhevalên Ekîn Ceren bi rêzdarî bi bîr anî û ev tişt vegot: “Weke her sal we em tenê nehiştin, piştgiriya we hêz dide me. Ji bo bîranînê em we vedixwînin malê. Em ê bîranînên wê jîn bikin, dê di têkoşîna me de bijî.Em hemû hevrêyên wê yên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînin.”   Piştî axaftinana malbat, sazî û rêxistinên ku tev li bîranînê bibûn, qurnefîl danî ser gora Ekîn Ceren û ji bo bîranînê çûn serdana malbatê.